Aleîda Gûevara: Rabûna ambargoyê ji bo sosyalîzmê ne xetere ye

Keça ji pêşengên şoreşa Kubayê Che Gûevara, Aleîda Guevara da xuyakirin, ku rakirina ambargoya Amerîkayê wê girava sosyalîst nexe nava xeteriyê.

Keça ji pêşengên şoreşa Kubayê Che Gûevara, Aleîda Guevara da xuyakirin, ku rakirina ambargoya Amerîkayê wê girava sosyalîst nexe nava xeteriyê.

Aleîda Gûevara ji Saziya Radyo Televîzyonê ya Swîsreyê ya bi zimanê Fransî re axivî û got, "Heta niha em di bin ambargoyê de jiyan û heta niha me xwe li jiyanê girt."

Aleîda Gûevara kêfxweşiya xwe ya ji ber piştevaniya mezin a li Kubayê nîşan da û diyar kir ku rakirina ambargoyê, wê nêrînên bavê wê Che jê re pêşengî dikir, nexe nava xeteriyê.

Keça Che anî ziman ku nêzîhevbûna Kuba û DYA ji aliyê dîplomatîk ve, îdeala sosyalîst nahejîne.

Aleîda Gûevara ku bi nêzbûna xwe ya li lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro û Serokdewlet Raûl Castro tê naskirin, li dijî emperyalîzma DYA helwesta xwe ya tund didomîne.

Gûevara got, "Ez ê emperyalîzma Amerîkayê ti carî ji bîr nekim" û da zanîn ku bûyerên îro diqewimin dîrokî jî bin, heta ku ambargo neyê rakirin wê têkiliya bi Washîngtonê re asayî nebe.

Aleîda Gûevara axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bi welatekî ku hemû mafan înkar dike re, danîna têkiliyên dîplomatîk çiqasî pêkane? Bi welatekî ku nizane hinekî şîr jî bifiroşe me re, çima têkilliyeke me ya dîplomatîk hebe? Di pratîkê de ev gelekî zehmet e."

Bêdengiya dîplomatîk a 54 salan a di navbera DYA û Kuba de, di awiya sala bihurî de qediya bû.

Pêvajoya nêzîhevbûyînê, di Kanûna 2014'an de bi awayekî fermî destpê kir.

Her du welat, ku dixwazin rûpela aloz a zêdeyî nîv sed sal e dewam dike bigirin, di Tîrmeha bihurî de têkiliyên dîplomatîk dabûn destpêkirin.