Di hilbijartinên duh ên li Katalonyayê de partiyên alîgirê serxwebûnê bi ser ketin. Mîna soza Serokê Herêmê Artûr Mas ê alîgirê serxwebûnê, Katalonyayê astengiyeke din a li pêşiya serxwebûnê ji holê rakir.
Li gorî encamên ji sedî 99,5 ê sindoqan, Jûnts pel Sî a bi pêşengiya alîgirê serxwebûnê Artûr Mas ji sedî 39,60 ê dengan stend û 62 ji 135 kursiyên li Parlamenta Herêma Katalan bi dest xist. Partiya CUP a alîgirê serxwebûnê jî ji sedî 8,21 ê dengan wergirt û bû xwedî 10 kursiyan.
Piştî ku partiyên alîgirê serxwebûnê 72 kursî wergirtin, tê payîn ku koalîsyonê ava bikin.
Di hilbijartinên herêmê de beşdarî bi rêjeya ji sedî 77'an di asta rekorê de pêk hat. Rêjeya partiyên alîgirê serxwebûnê û dijberan bi rêjeya ji sedî 48'an re nêzî hev bûn. Bi taybetî li herêmên jêrîn ên Gîrona û Lleîda, du tifaqên alîgirê serxwebûnê, zêdeyî ji sedî 60 ê dengan stend.
Tifaqa Catalunya sî qûe es Pot a ji aliyê Podemos ve li herêmê hat avakirin, 11 kursî bi dest xist. Di hilbijartinan de Welatiyên Lîberal ên Çep (Cîûdadanos-C's) 25 kursî, Partiya Sosyalîst a Katalan (PSC) 16, Partiya Gel a Mûxafazakar (PPC) jî 11 kursî bi dest xistin.
MAS: ERK Û REWABÛNA ME YA DEMOKRATÎK HEYE
Serokê Herêmê Artûr Mas ê alîgirê serxwebûnê, soz dabû ku eger di hilbijartinan de bi ser bikeve ew ê di nava 6 heta 18 mehan de Katalonyayê serbixwe bikin. Piştî aşkerabûna encamên hilbijartinê Mas ji deh hezaran kesên kom bûbûn re axivî û destnîşan kir ku vîna serxwebûnê bi ser ketiye.
Mas got, "Ji bo pêşvebirina projeya xwe (serxwebûn) êdî erkeke me ya demokratîk û rewabûneke me ya berfireh heye."
Beriya hilbijartinên duh ku veguherî referandûma serxwebûnê, hewldanên hikûmeta Spanyayê yên ji bo astengkirina beyana vîna serxwebûnê bal kişandibû. Du roj beriya hilbijartinê Serokwezîr Marîano Rajoy daxuyaniyek dabû û ji Katalanan xwestibû ku dengê xw bidin dijberên serxwebûnê.
Katalonya ya ji 7,5 mîlyon nifûsî, di nava Spanyayê de ji aliyê aborî ve weke herêma herî xurt derdikeve pêş. Referandûma serxwebûnê ya ku Serokê Herêmê Artûr Mas biryar da bû ku par di meha Mijdarê de bê lidarxistin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a li Madrîdê ve hatibû sekinandin. Tevî vê biryara dadgehê jî Mas bi awayekî sembolîk referandûm organîze kiribû û bi qasî nîvê hilbijêran beşdarî dengdayînê bûbûn. Di encamê de ji sedî 80 ê hilbijêran dengê 'ji serxwebûnê re erê' bi kar anîbûn.