Li Fransayê lehî rabû: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Cote d'Azûr a başûrrojhilatê Fransayê, ji ber bayê dijwar û lehiyê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber lehiyê, kolanên bajarên Cannes û Nice bi avê tijî bûn. Li bajarê Cannesê hin wesayît li ber avê ketin û heta deryayê hatin kaşkirin. Li hin nuqteyên Nice jî av gelekî bilind bû û li hin kolanan dar wergeriyan. Bîlançoya karesatê saet bi saet zêde bû. Ekîbên alîkariya lezgîn bi zorê xwe gihandin gelek herêmên lehiyê. Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî winda ne. Fikar hene ku ev bîlanço girantir bibe.
Ji ber karesatê, 14 hezar li Cannesê bi giştî 35 hezar xaniyên li herêmê bê elektrîk man.