Elmanyayê 'serkêşên' komkujiyên li Kongoyê bi rê ve birin, mehkûm kir
Dadgeheke li Elmanyayê, bi hinceta ku 'serkêşên' komkujiyên milîsên Hûtû yên Rûandayî li Komara Kongo ya Demokratîk kirine, du kes mehkûm kir.
Dadgeheke li Elmanyayê, bi hinceta ku 'serkêşên' komkujiyên milîsên Hûtû yên Rûandayî li Komara Kongo ya Demokratîk kirine, du kes mehkûm kir.
Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stûttgartê, di encama doza 4 salan de 2 rêveberên payebilind ên Hêzên Rûanda yên Azadîparêz û Demokratîk (FDLR) ên ji milîsên Hûtû pêk tê, bi 13 sal cezayê girtîgehê, ceza kir. Dadgehê 2 kesên 52 û 54 salî, ji ber komkujiya di navbera salên 2008-2009'an de li rojhilatê Kongo kirin û ji ber sûcên mirovahiyê, mehkûm kir.
Dadgehê di biryara xwe de ragihand ku kesên behsa wan tê têkirin li Elmanyaye dijîn û komkujiyên milîsên FDLR yên li rojhilatê Kongo bi rêya telefona satalaytê, SMS û emaîlan bi rê ve birine. Hat ragihandin ku yek ji van kesan, bi hinceta 'serkêşiya' milîsên komkujî kirine beriya niha 8 salan mehkûmê girtinê hatiye girtin û biryar hat dayîn ku ji ber demdirêjiya ragirtina wî, wê ev kes nekeve girtîgehê.
Di rûniştinên ku ev 4 sal in 320 saet in dewam dikin de, dozgeriyê xwest yek ji lîderên FDLR bi cezayê ragirtina heta bi hetayê û alîkarê wî jî bi 12 sal cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Rêxistina bi navê FDLR, piştî qirkirina 800 hezar Tûtsî li Rûanda ya sala 1994'an, li Rojhilatê Kongo ahtibû damezrandin.