Xizanî kêmî rêjeya ji sedî 10 bû; Afrîka hînê di rewşeke xetere de ye

Li gorî rapora xizaniyê ya ji aliyê Banka Cîhanê ve hat aşkerakirin, rêjeya mirovên li gelemperiya cîhanê di binê sînorê xizaniyê de dijîn, îsal daket binê rêjeya ji sedî 10'an.

Li gorî rapora xizaniyê ya ji aliyê Banka Cîhanê ve hat aşkerakirin, rêjeya mirovên li gelemperiya cîhanê di binê sînorê xizaniyê de dijîn, îsal daket binê rêjeya ji sedî 10'an. Di raporê de hat ragihandin ku nîvê mirovên herî xizan hînê li parzemîna Afrîkayê dijîn û hişyarî hat dayîn ku rewşa li hin welatan 'cihê tirs û fikaran' e.

Di rapora xizaniyê ya 2015'an de, ku ji aliyê Banka Cîhanê ve hat weşandin, hat îdîakirin ku hejmara mirovên ji îsal ve di nava xizaniyê de dijîn bi 702 mîlyonî re di asta ji sedî 9,6'an de ye. Li gorî raporê, her çend rêjeya xizaniyê cara yekemîn daket binê rêjeya ji sedî 10'an jî, li parzemîna Afrîkayê rewş hînê di asta 'tirs û fikaran' de ye.

Di rapora Banka Cîhanê de hat bibîrxistin ku sînorê xizaniyê, rojane ji 1,25 dolarî zêdeyî 1,90 dolarî bûye û hat diyarkirin ku di serî de li Hîndîstanê li welatên Asya û Başûrê Amerîkayê, xizaniya gelekî zêde kêm bûye. Lê belê di raporê de tê destnîşankirin ku welatên Afrîkayê bi rêjeya ji sedî 35,2 re di xizaniya dijwar de, di asteke gelekî bilind de ne.

Li gorî agahiyên di raporê de cih girtine, xizanên li Afrîkayê hema hema nîvê xizanên tevahiya cîhanê ne. Di nava mirovên di bin sînorê xizaniyê de dijîn, Madagaskar û Komara Kongo ya Demokratîk bi rêjeya ji sedî 80'ê re di rêza destpêkê de cih digirin.

Di rapora Banka Cîhanê de ji bo xizaniya li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat ragihandin, ku 'daneyên pê bawer' nînin û hat destnîşankirin ku ji ber şer û pevçûnên li van herêman, daneyên li van herêman nehatine piştrastkirin.

Di rapora 2012'an a Banka Cîhanê ya li ser xizaniyê de, bi 902 mîlyonî re asta xizaniyê di rêjeya ji sedî 12'an de bû.

Şefê Aboriyê yê Banka Cîhanê Kaûshîk Basû rapor nirxand û anî ziman ku di têkoşîna li hemberî xizaniyê de dibe ku di salên pêş de hin burbulans rû bidin.