CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê bandora rastgiran; alîkariyên civakî tên kêmkirin
Li Swîsreyê, ji bo kêmkirina alîkariyên civakî hin rêze biryar hatin stendin. Tê gotin ku di wergirtina van biryaran de, bilindbûna partiya rastgir a di hilbijartinên 18'ê Cotmehê yên Parlamenta Federal de, xwedî bandor e. -
Êrîşa Remseck hat protestokirin
Êrîşa nijadperestî ya li hember wargeha penaberan a li bajarê Remseck, 25’ê Cotmehê bi mîtînga Zusammen Kämpfen hat protestokirin. -
Di nava 5 rojan de 48 hezar koçber û penaberan xwe gihandin Yewnanîstanê
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di nava pênc rojan de di asteke rekorê de koçber û penaberan xwe gihandine Yewnanîstanê. -
Qula Ozon gihaşt 26 mîlyon kîlometreçargoşeyê
Li gorî çavdêriyên zanistên Elman, qula Ozon a ku di sala 2006'an de di asta rekorê de berfireh bû, îsal bi 2,5 mîlyon kîlometreçargoşeyên din berfireh bû. -
Di muzakereyên avhewayê yên li Bonnê de li hev hat kirin
Li bajarê Elmanya Bonnê, di encama muzakereyên 5 rojan ên li ser mijara avhewayê de, biryar hat dayîn ku Pakteke Avhewayê ya demî bê avakirin. -
Ji bo dîtina gora Nefertîtî destûr hat dayîn
Destûr ji komîteyeke pisporan hat dîtin, ku li beşa veşartî ya li gora Tûtankahûm lêkolînê bike. Arkeolog bi hêvî ne ku gora qralîçeya navdar Nefertîtî bibînin. -
Civîna li Viyanayê bê encam ma
Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê, li ser banga Rûsyayê duh li paytexta Awûstûrya Viyanayê civiyan û, rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxandin. -
Li Başûrê Sûdanê zêdeyî 30 hezar kes ji ber nêza bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, ku li Başûrê Sûdanê ji ber şerê navxweyî zêdeyî 30 hezar kes bi xeteriya mirinê ya ji ber birçîbûnê rû bi rû ne. Bi deh hezaran mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn. -
Stêrkek nepen, astronot xist nava heyecanê
Stêrkek nepen a di galaksiya me de cih digire û bi qasî 1500 salên ronahiyê dûrî cîhana me ye, civata atronomiyê xist nava heyecanê. Zanyar cara yekê ye ku di stêrkekê de li pêldaneke ewçend xurt a ne rêk û pêk, rast tên. -
Li Fransayê komkujiya trafîkê: Herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li başûrrojavayê Fransayê, otobuseke rêwiyan û qemyonek li hev qelibîn. Di bûyerê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li DYA bikaranîna esrarê bi du qatan zêde bû
Li gorî lêkolînek li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat kirin, hejmara mirovên esrarê bi kar tînin di nava 10 salan de bi du qatan zêde bû û gihaşt 20 mîlyonan. Ji her 10 kesên bi kar tînin 3 ji wan di asta pê ve girêdayî de ne. -
Li Nîjeryayê 150 çeteyên Boko Haram hatin kuştin
Artêşa Nîjeryayê, ji bo rizgarkirina rehîneyên di destê çeteyên Boko Haram de ne, operasyonek lidar xist. Di operasyonê de 36 rehîne hatin rizgarkirin, zêdeyî 150 çete jî hatin kuştin. -
Serokwezîrê Fransayê: Bi Tirkiyeyê re wê bazarî neyê kirin
Tirkiye dixwaze di berdêla qebûlkirina penaberan de alîkariyeke malî ya mezin bi dest bixe û hevdîtinên endametiya bi YE re bide destpêkirin. Lê belê li gorî Serokwezîrê Fransayê, ev bazarî bi dawî bûye. -
Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze 'Gundê Heyvê' ava bike
Ajansa Fezayê ya Ewropayê, ji bo bi dehan mirov biçin ser Heyvê, projeyeke xwedî îdîa danî holê. Ajansa Fezayê dixwaze bi beşdariyek ji qada navneteweyî re, 'Gundê Heyvê' ava bike. -
Elmanya çekan dişîne ji Qatarê re ku parçeyek ji şerê li Yemenê ye
Elmanya, ku ji bo çekan ji welatên şer lê diqewimin nefiroşe xwedî biryar e, derket holê ku ji Qatar a li Yemenê şer dike re tank şandiye. -
Bi deh hezaran penaber li Slovenya û Kroatyayê asê man
Koça penaberan a ber bi YE ve, ku di meha Îlonê de di ser Balkanan destpê kir, vê mehê jî dewam dike. Ji 16'ê Cotmehê roja girtina sînorê navbera Macarîstan û Kroatyayê û vir ve, herî kêm 40 hezar penaberan xwe gihandine Slovenyayê. -
Elmanya difikire bi balafirên leşkerî mirovan dersînor bike
Wezareta Parastina Elmanya, diyar kir ku ji bo dersînorkirina koçberên ne li gor krîterên statuya penabertiyê difikirin balafirên leşkerî bikar bînin. -
DYA ji hevdîtina Pûtîn-Esad nerazî ye
Serdana Beşar Esad a li Moskowayê, rastî nerazîbûna DYA hat. -
Li Misirê rêya tevlîbûna li hilbijartinên giştî kêm e
Li Misirê piştî 4 salan hilbijartinên giştî hat lidarxistin. Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya li asta destpêkê ya hilbijartinê, li gorî dema bihurî bi 2,5 qatan kêm e. -
Morales bû serokê herî demdirêj ê welêt
Serokdewlet Evo Morales ê ku li Bolîvyayê bi helwesta xwe ya tund a li dijî polîtîkayên neo-lîberal tê naskirin, weke serokê herî demdirêj wezîfeya serokatiyê meşandiye, cihê xwe di dîroka welatê xwe de girt. -
Artêşa Iraqê bajarê Beycî ji DAIŞ'ê stend
Artêşa Iraqê û hêzên milîs, bajarê Beycî yê wîlayeta Seleheddînê ji DAIŞ'ê stendin. -
Kanadayê bomberdûmana xwe ya li dijî DAIŞ'ê sekinand
Lîderê Partiya Lîberal (Grîts) Jûstîn Trûdeaû yê di hilbijartinên roja Yekşemê de bi ser ket, piştî ku hikûmeta xwe ava kir, biryara sekinandina bomberdûmana li Iraq û Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ'ê, ji DYA re ragihand. -
'Esad û Pûtîn li Moskowayê civiyan'
Hat ragihandin ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad duh li Moskowayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiriye. -
DYA û Rûsya li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
Rûsya ku ji dawiya meha bihurî û vir ve hin hedefên li Sûriyeyê bombe dike, bi DYA re li ser hin rêze pîvanên tevgera balafirên şer ên li herêmê de, peymanek mor kir. -
Li Iraqê şewba kolera belav dibe
Şewba kolera ya ku meha bihurî li Iraqê derket holê û xwe gihand Başûrê Kurdistanê, belav dibe. Hat ragihandin ku hejmara mirovên bi vê nexweşiyê ketine 1.800 derbas kiriye.