Tirkiye dixwaze di berdêla qebûlkirina penaberan de alîkariyeke malî ya mezin bi dest bixe û hevdîtinên endametiya bi YE re bide destpêkirin. Lê belê li gorî Serokwezîrê Fransayê, ev bazarî bi dawî bûye.
Piştî serdana Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a roja Yekşemê li Tirkiyeyê, helwesta hikûmetê ji Parlamenta Fransayê hat pirsîn.
Tirkiye di pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropa (YE) de tengav bûye. Lê belê ji ber krîza penaberiyê, Yekîtiya Ewropayê soza desteka malî ya ji 3 mîlyar Euroyî, nermkirina pêkanîna vîzeyê û ji nû ve zindîkirina pêvajoya endametiyê da Tirkiyeyê. Di berdêla vê de jî wê penaber li Tirkiyeyê bên ragirtin.
Angela Merkel, tevî rola rejîma AKP'ê ya di şerê i Sûriyeyê de û pêkanînên xwe yên faşîzan ên li dijî Kurdan jî, di vê çarçoveyê de Tirkiye ziyaret kir.
Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls helwesta xwe ya li ser vê mijarê aşkera kir û destnîşan kir ku krîza penaberiyê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve weke mijara bazarî û şantajê bê bikaranîn.
Valls got, "Dawiya hevdîtinên bi vî rengî vekirî ye. Pirsgirêka endametiya Tirkiyeyê perspektîfeke demdrêj e ku gava dema xwe hat wê pêşkêşî dengdayîna gelê Fransayê were kirin. Wê demê, ti bazarî, ti şantaj wê tinebe. Lê belê pêwîstiya Tirkiyeyê bi alîkariyê heye."
DIVÊ TIRKIYE ARMANCÊN XWE YÊ LI SÛRIYEYÊ ZELAL BIKE
Valls di dewama axaftina xwe de ragihand ku eger ew welatên mîna Tirkiye, Lubnan û Urdunê di warê penaberan de destek nekin, wê krîza penaberiyê ya li Ewropayê, bikeve rewşeke giran û dramatîk.
Muzakereyên endametiyê yên bi Enqereyê re bi awayekî fermî di sala 2005'an de destpê kir. Lê belê, tevî Fransa û Qibrisê ji ber mûxalefeta gelek welatên Yekîtiya Ewropayê, ji 35 serenavan bi tenê 14 jê vebûn.
Manûel Valls da xuyakirin ku ji van serenavan 13 jê di dema Serokkomarê berê nîcolas Sarkozy de hatine vekirin, bi tenê yek ji wan di dema Serokkomar Françoîs Hollande hatiye vekirin.
Manûel Valls da xuyakirin, ku hemû endametiyên nû yên ji bo Yekîtiya Ewropayê li Fransayê pêşkêşî referandûmê tê kirin û herî dawî bang li Tirkiyeyê kir ku di mijara Sûriyeyê de armancên xwe zelal bike û vebêje.