Bi deh hezaran penaber li Slovenya û Kroatyayê asê man

Koça penaberan a ber bi YE ve, ku di meha Îlonê de di ser Balkanan destpê kir, vê mehê jî dewam dike. Ji 16'ê Cotmehê roja girtina sînorê navbera Macarîstan û Kroatyayê û vir ve, herî kêm 40 hezar penaberan xwe gihandine Slovenyayê.

Koça penaberan a ber bi Yekîtiya Ewropa (YE) ve, ku di meha Îlonê de di ser Balkanan destpê kir, vê mehê jî dewam dike. Ji 16'ê Cotmehê roja girtina sînorê navbera Macarîstan û Kroatyayê û vir ve, herî kêm 40 hezar penaberan xwe gihandine Slovenyayê.

Welatê Slovenya, di ser rêgeha penaberan a ber bi welatên Rojavayê Ewropayê cih digire. Di nava hefteyekê de zêdeyî 40 hezar penaber ketin nava vî welatî. Ji ber zêdebûna hejmara penaberan a ji nişka ve, hikûmeta Slovenyayê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û bi lezgînî alîkarî xwest.

Sedema herî girîng a zêdebûna hejmara penaberên tên Slovenyayê, girtina sînorê Macarîstan-Kroatyayê tê nîşandan. Piştî vê biryara ku di 16'ê Cotmehê de ket meriyetê, penaber piştî Kroatyayê neçar dimînin yekser derbasî Slovenyayê bibin.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker bersiv da banga hikûmetê û biryar da ku roja Yekşemê li Brukselê bi lezgînî civîn were lidarxistin. Ji bo vê civîna bilind, tevî lîderên welatên endam ên li ser rêgeha derbasbûnê ya penaberan e, her wiha lîderên Sirbîstan û Makedonyayê jî hatin vexwendin.

Bi sed hezaran penaber bi hêsandî, di ser Tirkiyeyê re derbasî Balkanan dibin û ji wir jî berê xwe didin welatên Rojavayê Ewropayê. Ji ber ku Macarîstanê sînorê xwe girt û Awûstûrya û Elmanyayê biryar dan ku êdî penaberên nû qebûl nakin, bi deh hezaran penaber li welatên biçûk ên weke Slovenya û Kroatyayê asê dimînin. Ji ber ku li van her du welatan pirsgirêkên cidî yên binesaziyê hene, tirs û fikar hene ku di mehên zivistanê de ev mirov drameke cidî ya mirovahiyê bijîn.