Li Başûrê Sûdanê zêdeyî 30 hezar kes ji ber nêza bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, ku li Başûrê Sûdanê ji ber şerê navxweyî zêdeyî 30 hezar kes bi xeteriya mirinê ya ji ber birçîbûnê rû bi rû ne. Bi deh hezaran mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn.

Li Başûrê Sûdanê, her çend bi awayekî fermî rewşa birçîbûnê nehatibe îlankirin jî, li vî welatî ev 22 meh in şerekî navxweyî yê giran ê hov, rû dide.

Rêxistinên UNICEF'ê, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û Rêxistina Xurek û Çandiniyê yên ser bi Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Herî kêm zêdeyî 30 hezar mirov, ji ber şert û mercên nebaş ên xwedîkirinê, bi rîska mirinê re rû bi rû ne."

Hat ragihandin ku herêma herî zêde di bin bandora birçîbûnê de ye eyaleta Unity e, ku ev herêma li bakurê welêt, dewlemenda petrolê ye. Hat destnîşankirin, ku destûr nayê dayîn alîkarî bigihêje vê herêmê.

Li gorî daxuyaniya hevpar, tevî peymana agirbestê ya di meha Tebaxê de di navbera aliyan de hat îmzekirin, li eyaleta Unity bûyerên şerê dijwar, revandin û destavêtina li jin û zarokan, diqewimin.

Her sê saziyên Neteweyên Yekbûyî gotin, "Eger alîkariya însanî ya bêsînor nebe, dibe ku ewlehiya xwedîkirinê zehme bibe û hin beşên eyaleta Unity veguherin herêma birçîbûnê."

Li Başûrê Sûdanê, ji Kanûna 2013'an û vir ve di navbera artêşa ser bi Serokkomar Salva Kîîr û komên serhildêr ên bi pêşengiya hevrikê wî Rîek Machar de şer diqewime.

Di vî şerî de her du aliyan jî mora xwe danîn binê komkujî û hovîtiyan. Ji Kanûna 2013'an û vir ve bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, 2,2 mîlyon mirovan ji neçarî malên xwe terikandin.

Berpirsyarê UNICEF'ê yê Başûrê Sûdanê Jonathan Veîtch got, "Ji destpêka şerê ku berî du salan destpêk kir û vir ve, zarok mexdûrên şer, nexweşî, tirs û birçîbûnê ne."

Saziyên Neteweyên Yekbûyî dan xuyakirin ku eger hemû rê bên vekirin ew ê karibin alîkariyê bigihînin, lê di rewşa berevajî dibe ku gelek zarok bimirin.