Li DYA bikaranîna esrarê bi du qatan zêde bû

Li gorî lêkolînek li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat kirin, hejmara mirovên esrarê bi kar tînin di nava 10 salan de bi du qatan zêde bû û gihaşt 20 mîlyonan. Ji her 10 kesên bi kar tînin 3 ji wan di asta pê ve girêdayî de ne.

Li gorî lêkolîna bi 36 hezar kesî re hevdîtin hat kirin û di kovar tipê ya bi navê JAMA Psychîatry de hat weşandin, bikaranîna esrar û haşhaş a li DYA, di nava 10 salan de bi du qatan zêde bû.

Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku bikaranîna maddeyên narkotîkê, bi taybetî di nava jin, mirovên Reşik û Spanîkî û kesên ji 65 salî mezintir, zêde bûye.

Li gorî lêkolîneke di sala 2001'ê de hat kirin, hejmara mirovên ku di nava salê de carekê esrar bi kar aniye ji sedî 4,1 bû, ev rêje di lêkolîna sala 2012-2013'an de gihîşt rêjeya ji sedî 9,5.

Rêjeya mirovên ji ber bikaranîna esrarê bi nexweşiyan û krîza dil ketin, ji sedî 1,5 derket ji sedî 2,9'an. Ji sedî 30 ê Amerîkiyên esrarê bi kar tînin anîn ziman, ku ew esrarê di asteke gelekî zêde de bi kar tînin.

Tê gotin ku zêdebûna bikaranîna esrarê, piştî qanûnîbûna li eyaletan pêk hatiye. Li beşeke mezin a 23 eyaletan, qanûnên li ser bikaranîna esrarê, piştî salên 2000'î ketibûn meriyetê.