Di muzakereyên avhewayê yên li Bonnê de li hev hat kirin
Li bajarê Elmanya Bonnê, di encama muzakereyên 5 rojan ên li ser mijara avhewayê de, biryar hat dayîn ku Pakteke Avhewayê ya demî bê avakirin.
Li bajarê Elmanya Bonnê, di encama muzakereyên 5 rojan ên li ser mijara avhewayê de, biryar hat dayîn ku Pakteke Avhewayê ya demî bê avakirin.
Li bajarê Elmanya Bonnê, di encama muzakereyên 5 rojan ên li ser mijara avhewayê de, biryar hat dayîn ku Pakteke Avhewayê ya demî bê avakirin. Lê belê beriya konferansa COP21 a li Parîsê, hînê bi temamî li ser hin nuqteyan ahengiyek derneketiye holê.
Di muzakereyên 5 rojan ên Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) de, beriya Civîna Bilind a Avhewayê COP21 a 30'ê Mijdarê ya li Parîsê, li ser metnekî hevpar li hev hat kirin. Tê payîn ku metna hevpar a di muzakereyên heyetên ji 195 welatan de, ji bo civîna bilind a li Parîsê bibe bingehek.
Li ser vê metna li ser li hev hatiye kirin, hin welatên bi pêş dikeve yên mîna Çîn û Hîndîstanê, ji aliyê aborî ve xwedî hin îtirazan e. Piştî ku îtiraz hat kirin ku di muzakereyan de daxwazên welatên xizan tine hatine hesibandin, hin beş ji nû ve li metna lihevkirinê hatin bicihkirin. Yek ji xala sereke ya zêdeyî 130 welat li dij derdikevin ew e, ku alîkariya fînansî ya ji bo derbasbûna enerjiya xwe nû dike bê bi kar anîn, kêm e.
Civîna li Bonnê beriya civîna bilind a avhewayê COP21 a li Parîsê, ku wê di navbera 30'ê Mijdarê-11'ê Kanûnê de bê lidarxistin, weke muzakereya herî girîng a dawî bû. Di civîna bilind a li Parîsê de, tê payîn ku armanca kêmkirina rêjeya gazên rê li ber germahiya global vedikin, di sala 2020'an de li gorî rêjeya sala 1990'î ji sedî 20 kêmtir bike.