Rêveberên Sosyal ên Kantonên Swîsreyê, ji bo kêmkirina alîkariyên civakî hin rêze biryar stendin. Ev pêkanîn wê ji Çileya 2016'an û pê ve li hemû kantonên Swîsreyê bikeve meriyetê. Li gorî vê yekê wê ev pêkanîn li gorî dîrektîfên Konferansa Alîkariya Civakî ya Swîsreyê (SKOS) ve bê destnîşankirin.
Li gorî biryarên hatin wergirtin, kêmkirina tê plankirin wê bi taybetî bandorê li ciwanan û malbatên xwedî gelek ferdan bike. Bi qasî ji sedî 20 ê pêwîstiyên bingehîn ên ciwanên navbera 18-25 salî tên kêmkirin. Li şûna 986 frankên mehane tên dayîn wê 789 frank were dayîn. Di nava malbatên herî kêm ji 6 ferdan, wê mehane li gorî dema berê serê her şexsî bi 76 frankan kêm bibe. Her wiha ji ber hin sedema wê rayedar karibin van kêmkirinan derxînin asta rêjeya ji sedî 30'î.
Li aliyê din, "alîkariya entegrasyonê", ku tevî alîkariya tê dayîn 100 frankên din tê dayîn, bi temamî tê rakirin.
Ev biryara hatiye girtin, di nava beşeke mezin a li welêt de deng veda. Tê gotin ku di wergirtina van biryaran de, bilindbûna partiya rastgir a di hilbijartinên 18'ê Cotmehê yên Parlamenta Federal de, xwedî bandor e.
Hat ragihandin ku rêveberên civakî, li pêşberî israrên partiyên weke SVP û FTP nikarîbûn zêde li ber xwe bidin, lewma biryareke bi vî rengî stendine.