Morales bû serokê herî demdirêj ê welêt
Serokdewlet Evo Morales ê ku li Bolîvyayê bi helwesta xwe ya tund a li dijî polîtîkayên neo-lîberal tê naskirin, weke serokê herî demdirêj wezîfeya serokatiyê meşandiye, cihê xwe di dîroka welatê xwe de girt.
Serokdewlet Evo Morales ê ku li Bolîvyayê bi helwesta xwe ya tund a li dijî polîtîkayên neo-lîberal tê naskirin, weke serokê herî demdirêj wezîfeya serokatiyê meşandiye, cihê xwe di dîroka welatê xwe de girt.
Serokdewlet Evo Morales ê ku li Bolîvyayê bi helwesta xwe ya tund a li dijî polîtîkayên neo-lîberal tê naskirin, weke serokê herî demdirêj wezîfeya serokatiyê meşandiye, cihê xwe di dîroka welatê xwe de girt. Morales weke yek ji girîngtirîn fîgurên tevgera sosyalîst a Başûrê Amerîkayê derdikeve pêş.
Evo Morales, rekora mareşal Anres de Santa Crûz ku di navbera salên 1829-1839'an de 9 sal, 8 meh 26 rojan wezîfeya serokatiyê kiribû, şikand. Morales bi vî rengî, ji sala 1825'an dema avabûna welatê xwe û vir ve, bû serokdewletê demeke herî dirêj wezîfeya serokdewletê meşandiye.
Morales bi vê wesîleyê beşdarî merasîmek ku li gorî kevneşopiya xwecihiyên Aymara hat lidarxistin bû, ku ew bi xwe jî ji vî gelî ye. Morales da xuyakirin ku destpêka wezîfeya wî, destpêka pêvajoya guhertinê ya li welatê wî ye.
Merasîma ji bo Morales li cihekî olî yê beriya dema Înka ya li nêzî Tîwanakû, hat lidarxistin.
Evo Morales (55) ê ji gelê Aymara, ku piraniya nifûsa welêt ji vî gelî pêk tê, di hilbijartinên sala 2005'an de bi ser ketibû û di 22'ê Çileya 2006'an de dest bi wezîfeyê kiribû.
Pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a ku rê dida Morales ji bo cara çaremîn bibe namzet, ji aliyê parlamentê ve hat qebûlkirin û ev pêşnûme wê di 21'ê Sibata 2016'an de pêşkêşî referandûmê bê kirin. Eger guhertin bê qebûlkirin û careke din di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê karibe heta sala 2025'an de li ser wezîfeyê bimîne.