Di nava 5 rojan de 48 hezar koçber û penaberan xwe gihandin Yewnanîstanê

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di nava pênc rojan de di asteke rekorê de koçber û penaberan xwe gihandine Yewnanîstanê.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di nava pênc rojan de di asteke rekorê de koçber û penaberan xwe gihandine Yewnanîstanê.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir ku tevî mercên nebaş ên hewayê jî di nava pênc rojên dawî de bi qasî 48 hezar koçber û penaber di ser Tirkiyeyê re derbasî giravên Yewnanîstanê bûne.

Ev yek jî tê wê wateyê ku rojane bi qasî 9.600 koçberan xwe gihandine Yewnanîstanê. Rêxistina Koçberiyê diyar kir ku ev yek hejmarek di asta rekorê de ye.

Di nava van pênc rojan de 27 hezar 276 koçber derbasî Girava Mîdîllî, 9 hezar 750 jî xwe gihandin Girava Saqizê.

Girava Saqizê ku di mehên havînê de rojane 300 penaberan xwe lê digirtin, hefteya derbasbûyî ji nişka ve rastî pêleke penaberiyê hat.

Di hefteya bihurî de rojane 2 hezar penaberan xwe gihandin Saqizê. Di nava vê demê de mirina li nava deryayê jî zêde bû. Di navbera 19 û 21'ê Cotmehê de, 18 penaber di du bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dan.