Li Misirê rêya tevlîbûna li hilbijartinên giştî kêm e

Li Misirê piştî 4 salan hilbijartinên giştî hat lidarxistin. Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya li asta destpêkê ya hilbijartinê, li gorî dema bihurî bi 2,5 qatan kêm e.

Li Misirê piştî 4 salan hilbijartinên giştî hat lidarxistin. Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya li asta destpêkê ya hilbijartinê, li gorî dema bihurî bi 2,5 qatan kêm e.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Misirê Ayman Abbas daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di tûra destpêkê ya hilbijartinê ya 14 ji 27 wîlayetan de, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 26,5 e. Di hilbijartinên giştî yên sala 2011'an de, rêjeya beşdariya li asta destpêkê ji sedî 62 bû.

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne, ku ji ber beşdariyek kêm li hilbijartinên qismî yên rojên Yekşem û Duşemê hatin kirin, bandora Parlamenta Misirê ya ji 596 endaman, qels e. Çavdêr dibêjin, ku ji ber tevlîbûna kêm a li hilbijartinê Parlament wê veguhere 'kamara erêkirina biryarên' Serokkomar Sîsî.

Hilbijartinên giştî yên Misirê bi du qonaxan re di nava meh û nîvekê de tên kirin. Herî dawî di hilbijartinên giştî yên dawiya sala 2011'an û destpêka sala 2012'an de, Tifaqa Misir a Demokratîk a destek ji Biratiya Misilman didît, bi ser ketibû.

Mûhammed Mûrsî yê ku bi desteka Biratiya Misilman weke serokkomar hatibû hilbijartin, di Tîrmeha 2013'an de, piştî ku bi fermana Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah Sîsî artêşê dest danî ser rêveberiyê, ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Piştî ku Mûrsî ji wezîfeyê hat xistin, bi qasî 1.400 endamên Biratiya Misilman di xwepêşandan û pevçûnan de hatin kuştin, tê texmînkirin ku 15 hezar ji wan hatine girtin.