Kanadayê bomberdûmana xwe ya li dijî DAIŞ'ê sekinand

Lîderê Partiya Lîberal (Grîts) Jûstîn Trûdeaû yê di hilbijartinên roja Yekşemê de bi ser ket, piştî ku hikûmeta xwe ava kir, biryara sekinandina bomberdûmana li Iraq û Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ'ê, ji DYA re ragihand.

Jûstîn Trûdeaû di axaftina bi telefonê ya bi Serokê DYA Barack Obama re, di çarçoveya sozên hikûmeta nû yên li ser polîtîka derve de, mijara koalîsyona li dijî DAIŞ'ê nirxandin. Di axaftinê de di çarçoveya sozên xwe yên di hilbijartinê de biryara bidawîkirina bombekirina DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê, ji Obama re ragihand.

Jûstîn Trûdeaû, tevî biryara sekinandina bomberdûmanê jî ragihand ku welatê wî wê di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de her hebe û 'rola li pêşiyê' bilîze.

Kanada, ji Cotmeha 2014'an û vir ve li Iraqê, ji Nîsana par û vir ve jî li Sûriyeyê tevlî bomberdûmana hedefên DAIŞ'ê dibû. Bi qasî 70 endamên yekîneyên taybet ên artêşa Kanadayê jî li Başûrê Kurdistanê di perwerdeya leşkerî de cih digirin.