Elmanya difikire bi balafirên leşkerî mirovan dersînor bike
Wezareta Parastina Elmanya, diyar kir ku ji bo dersînorkirina koçberên ne li gor krîterên statuya penabertiyê difikirin balafirên leşkerî bikar bînin.
Wezareta Parastina Elmanya, diyar kir ku ji bo dersînorkirina koçberên ne li gor krîterên statuya penabertiyê difikirin balafirên leşkerî bikar bînin.
Wezareta Parastina Elmanya, diyar kir ku ji bo dersînorkirina koçberên ne li gor krîterên statuya penabertiyê difikirin balafirên şer bikar bînin.
Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen got, “Bikaranîna balafirên leşkerî Transall bi awayekî xwezayî nayên redkirin.”
Wezîra Parastinê, diyar kir ku dema kapasîteya veguhastina sivîl kêm bimîne mimkune balafirên leşkerî yên veguhastinê bikar bînin.
Balafirên kargo û lojîstîk Transall nêzî 60 rêwî hildigire. Li gor ajansa nûçeyan DPA ya Elman di destê artêşa neteweyî ya Elmanya de du balafirên Aîrbus A310 hene. Her yek ji wan 220 rêwî hildigire.
Li gor rojnameya Bîld, hikûmet di çarçoveya plansaziya ji bo kesên serlêdana wan a penabertiyê hatine redkirin bilez dersînor bike difikire.
Li gor Bîldê hikûmeta Elman difikire hin tedbîrên din jî bixe pratîkê. Di nav wan de ji bo koçberên bi sedema aboriyê hatine, dersînor bike navendên binçavkirinê bên avakirin. Bilezkirina prosedura penabertiyê û sînordarkirina îtîraza kesên serlêdanên wan hatine redkirin.
Elmanya hea dawiya vê salê li benda di navbera 800 hezar û 1 mîlyon penaberî ye.