Li Iraqê şewba kolera belav dibe
Şewba kolera ya ku meha bihurî li Iraqê derket holê û xwe gihand Başûrê Kurdistanê, belav dibe. Hat ragihandin ku hejmara mirovên bi vê nexweşiyê ketine 1.800 derbas kiriye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Rifak el Arajî anî ziman ku hejmara mirovên bi şewba kolera ya di meha bihurî de destpê kir ketine, 1.800 derbas kiriye. Arajî da xuyakirin, ku ji ber şewbê heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Arajî li ser şewbê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir şewb di meha bihurî de li qiraxa Çemê Firatê destpê kiriye. Arajî da zanîn ku 1.809 kes bi şewbê ketine, ji van 1000 kes li Bexda û Babîlê bi şewbê ketine. Hat ragihandin ku 6 kesan ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane, çar ji van li Bexda, li taxa Ebû Xerîb jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat îdîakirin, ku mirina nexweşan beriya destwerdana hikûmetê ya li herêmê rû daye.
Şewba kolera ku di meha Îlonê de li Iraqê xwe dabû der, çend roj berê derketibû holê ku li Başûrê Kurdistanê jî der bûye. Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê, li Duhok û Hewlêrê 4 nexweş tespît kir û ragihand ku du ji van kesan, mirovên ji herêmên navîn ên Iraqê koç kirine.