DYA û Rûsya li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin

Rûsya ku ji dawiya meha bihurî û vir ve hin hedefên li Sûriyeyê bombe dike, bi DYA re li ser hin rêze pîvanên tevgera balafirên şer ên li herêmê de, peymanek mor kir.

Rûsya ku ji dawiya meha bihurî û vir ve hin hedefên li Sûriyeyê bombe dike, bi DYA re li ser hin rêze pîvanên tevgera balafirên şer ên li herêmê de, peymanek mor kir.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya DYA de hat ragihandin, ku di dema bomberdûmanê de ji bo pêşî li qezayên gengaz ên balafiran were girtin, peyameneke bi vî rengî hatiye morkirin. Wezaretê diyar kir ku peymana navbera her du welatan ketiye meriyetê.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatolî Antonow ji ajansa Rîa-Nowostî re peyivî û anî ziman ku ji bo rêgehên balafirên her du welatan li hev rast neyên, wan hin pîvan diyar kirine.

Her wiha li gorî agahiyên ji aliyê meqamên Amerîka ve hat dayîn, bi komeke xbatê ya hevpar a DYA û Rûsya re wê asta pêkanîna vê peymanê koordîne û kontrol bike.