Elmanya çekan dişîne ji Qatarê re ku parçeyek ji şerê li Yemenê ye

Elmanya, ku ji bo çekan ji welatên şer lê diqewimin nefiroşe xwedî biryar e, derket holê ku ji Qatar a li Yemenê şer dike re tank şandiye.

Elmanya, ku ji bo çekan ji welatên şer lê diqewimin nefiroşe xwedî biryar e, derket holê ku ji Qatar a li Yemenê şer dike re tank şandiye.

Li gorî îdîaya Suddeutsche Zeîtûngê, herî kêm 4 ji tankên Leopard 2 û herî kêm 3 topên obusê yên bi motor ên bi tîpa PhZ ên li Elmanyayê tên çêkirin, ji Qatarê re hatine şandin. Bi vê firotinê re, pîvana 'nefirotina çekan ji bo welatên şer dikin' a Qanûna Kontrola Çekên Şer ên Elman (KWKG) hat binpêkirin.

Tê zanîn ku destûra firotina tank û topan ji bo Qatarê di dema koalîsyona beriya niha ya CDU-FDO de hat dayîn, lê belê ji ber ku rewşa şer heye, diviyabû di çarçoveya Qanûna Bazirganiya Derve (AWG) destûr bihata stendin.

Firotina tank û topan a ji bo Qatarê, ku di nava koalîsyona tevlî şerê Yemenê bûye cih digire û bûye sedema mirina bi sedan sivîlan, wê pozîsyona Wezîrê Aboriyê yê SPD'yî Sîgmar Gabrîel jî bike mijara nîqaşê. Garbrîel roja dest bi wezîfeya xwe kir soz dabû ku ew ê şertên tund ên kontrolê bîne ji destûrên ji bo firotina çekan.

Lê belê veguhastinên ku destûra piraniya wan di hikûmeta beriya niha de hatibû dayîn, dewam dkie. Her wiha tê zanîn ku di dema hikûmeta CDU-SPD de jî destûr ji gelek firotinên nû re hatiye dayîn.

Ji destûrên îxracata çekan yekser Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel berpirsyar e. Tê gotin, ku ji bo pêşî li daxwazên tazmînatê yên şîrketên çekan bê girtin, ev veguhastin ji nedîtî ve tên.