Hin kozmolog di wê baweriyê de ne ku ev yek, tiştekî sûnî ye û ji aliyê şaristaniyeke fezayî ve li fezayê hatiye bicihkirin.
Yek ji berprisyarên teleskopa fezayê Kepler a NASA'yê Steve Howell ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, "Stêrkeke ecêb a ku navê KIC 8462852 lê hatiye kirin, xwedî şewqeke ne normal e."
Howell diyar kir ku ne pêkane mirov yekser bêjin, ev yek ji aliyê şaristaniyeke fezayê ve hatiye şandin.
Berpirsyarê zanistî Yê Keplerê Steve Howell anî ziman ku ew ê vê stêrka nepen her bişopînin. Howell bibîr xist, ku beriya niha jî stêrkeke din a xwedî şewqeke ecêb hatibû dîtin û anî ziman ku di encama çavdêriyên bi salan de wan tespît kiribûn ku ev yek ne tiştekî sûnî ye, sîstmeke ji pênc stêrkan a kêm tê dîtin e.
Ev stêrka nepen di sala 2010'an de ji aliyê komeke nêçirvanên gerstêrkan a ji Zanîngeha Yale ve hatibû keşifkirin.
Astronom li bendê ne ku teleskopa herî xurt a Lêkolîna Jiyana Biaqil a li derveyî Cîhanê (SETÎ), berê xwe bide vê stêrka nepen.
Teleskopa Kepler di sala 2009'an de ji bo lêkolînkirina gerstêrkên li derveyî sîstema Rojê yên lê jiyan hebe û dişibin cîhanê, hatibû amadekirin. Ev teleskop di sala 2013'an de xera bûbû.