Êrîşa Remseck hat protestokirin
Êrîşa nijadperestî ya li hember wargeha penaberan a li bajarê Remseck, 25’ê Cotmehê bi mîtînga Zusammen Kämpfen hat protestokirin.
Êrîşa nijadperestî ya li hember wargeha penaberan a li bajarê Remseck, 25’ê Cotmehê bi mîtînga Zusammen Kämpfen hat protestokirin.
Lokalek li nêzî wargeha penaberan a li Remseck a li nêzî bajarê Stûtgart a Eyaleta Baden Wurrtemberg a Elmanya nêzî saet 02.45’an ji aliyê nîjadperestan ve hatibû şewitandin. Malbatên Kurd, Ereb, Êzîdî û Afgan piraniya kampê pêk tînin. Di bûyerê de ti kes birîndar nebû û penaber şandibûn wargehek din a penaberan.
Li Zusammen Kämpfen (Stuttgart) ku cihê êrîşa nîjadperestî pêk hatibû, mîtîngek hate lidarxistin û êrîş hat protestokirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em li hemberî vê êrîşê yekemîn bertekên xwe nîşan didin. Em êrîşê şermezar dikin. Heta fail werin girtin û bên dadgehkirin, em ê şopdarê vê dozê bin.”
AGÎF: LI HEMBER ÊRÎŞÊ EM BIBIN BARÎKAT
lİ Ser navê Federasyona Karkerên Penaber a Elmanya (AGÎF) jî di çalakiyê de axaftin hatin kirin û êrîş hat protestokirin, di axaftinê de wiha hat gotin: “Em bang li gelê Elmanya û penaberan dikin ku li hember van êrîşan em bibin barîkat.”
Mîtîng bi dirûşmên dijberî nijadperestiyê, faşîzmê û bi muzîkê bi dawî bû.