Civîna li Viyanayê bê encam ma
Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê, li ser banga Rûsyayê duh li paytexta Awûstûrya Viyanayê civiyan û, rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adel el Cubeyr piştî civînê daxuyaniye da û anî ziman ku li ser rola Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad a di pêvajoya derbasbûnê de, wan li hev nekirine. Cubeyr anî ziman ku her çar welatan di mijara Sûriyeyuê de biryar dane îstîşareyên xwe bidomînin.
Wezîrê Kasrên Derve yê Rûs Sergey Lavrov da xuyakirin, ku li ser mekanîzmayeke taybet a xebatê ya li ser Sûriyeyê, wan bi Urdunê re li hev kirine. Lavrov diyar kir ku artêşên Rûs û Urdunê wê çalakiyên li Sûriyeyê bi mekanîzmayek xebatê ya taybet a li Ammanê koordîne bikin. Lavrov ragihand ku welatên din jî wê karibin beşdarî vê mekanîzmayê bibin.
Lavrov li ser pêşeroja Esad jî da xuyakirin ku divê gelê Sûriyeyê biryara wê bide.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Jonh Kerry jî got, "Hin nêrînên ku dikarin dînamîkên şer ên li Sûriyeyê biguherînin, derketine holê."