Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze 'Gundê Heyvê' ava bike

Ajansa Fezayê ya Ewropayê, ji bo bi dehan mirov biçin ser Heyvê, projeyeke xwedî îdîa danî holê. Ajansa Fezayê dixwaze bi beşdariyek ji qada navneteweyî re, 'Gundê Heyvê' ava bike.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê, ji bo bi dehan mirov biçin ser Heyvê, projeyeke xwedî îdîa danî holê. Ajansa Fezayê dixwaze bi beşdariyek ji qada navneteweyî re, 'Gundê Heyvê' ava bike.

Midûrê nû yê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Johann-Dîerîch Woerner, di 66. Kongreya Astronotîk a Navneteweyî de, ku di dawiya vê hefteyê de li Qûdisê pêk hat, nêrîna xwe ya 'Moon Village' danî holê.

Berdevkê Midûrê Giştî yê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Franco Bonacîna, ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir ku ev nêrîn li ser maseyê ye.

Berdevk got, "Gotina Moon Village nayê wê wateyê ku wê li ser rûyê Heyvê dibistan dêr û mal bên avakirin."

Franco Bonacîna got, "Konsepteke bi beşdariya navneteweyî ye, ku ji bo li Heyvê hin mîsyon bi cih were anîn."

Ev yek tê vê wateyê: Ne girîng e ku hemû ekîpman li heman cihî bin.

Serpêhatiya Stasyona Fezayî ya Navneteweyî ku di sala 1998'an de destpê kir, wê di sala 2024'an de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê patronê nû yê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Woerner, li dema piştî vê serpêhatiyê difikire.

Berdevk Bonacîna got, "Dûre divê em bifikirin ku divê çi bikin. Nêrîna, 'em bi hev re li ser Heyvê tiştekî çêbikin' a ji bo civaka navneteweyî, ji ber vê yekê derket holê."

Midûrê Ajansa Fezayê ya Ewropayê da xuyakirin, ku sînorên fezayê nîne û ji her kesî xwest tevkariyê li Gundê Heyvê bike.

Çîn, tevlî Stasyona Fezayê ya Navneteweyî nebûye, lê belê li Heyvê bernameyeke xwedî îdîa dimeşîne. Ji bo tevlî Gundê Heyvê bibe, bang li Çînê jî hat kirin.

Bi saya bernameya fezayê ya Amerîka Apollo, mirovahiyê di 21'ê Tîrmeha 1969'an de cara yekemîn daket ser rûyê erdê yê Heyvê. Ji sala 1972'an û vir ve ti mirov neçû ser Heyvê. Lê belê ji salên 1990'î û vir ve hin sondayên fezayê ji Heyvê re ahtin şandin.

Rêveberê Koma Keşfa Heyvê ya Navneteweyî Bernard Foîng, çawaniya Gundê Heyvê bi vî rengî tesewir dike:

"Di destpêkê de wê gundekî bi teknolojiya robotan be. Dûre bibe stasyonek dikare lê bê jiyîn. Ev yek di heman demê de wê derfetan pêşkêşî me bike, ku karibin amadekariyê ji seferberên ji bo rêgehên dûrtir bikin."

Mîsyona Orîon a Amerîkayê ku Ajansa Fezayê ya Ewropayê pê re hevkariyê dike, pland ike ku di salên 2012 û 2023'an de çar astronotan bişîne derdora Heyvê.

Lê belê NASA pland ike ku bi mîsyona Orîon re mirov bişîne ji Marsê re.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê di heman demê de hevkarê mîsyona Lûna 27 a Rûsyayê ye, ku tê plankirin di sala 2020'an de bê destpêkirin. Li gorî vê projeyê wê li herêmên cemserê yên Heyvê keşf bê kirin.