Li Nîjeryayê 150 çeteyên Boko Haram hatin kuştin
Artêşa Nîjeryayê, ji bo rizgarkirina rehîneyên di destê çeteyên Boko Haram de ne, operasyonek lidar xist. Di operasyonê de 36 rehîne hatin rizgarkirin, zêdeyî 150 çete jî hatin kuştin.

Çeteya Boko Haram ku heman rêbazên çeteyên DAIŞ'ê bi kar tînin û li Nîjeryayê çalakiyên barbar li hemberî gelê sivîl pêk tîne, ji artêşa Nîjeryeyaê derba giran xwar.
Di daxuyaniya artêşa Nîjeryayê de hat ragihandin ku li bakurrojhliatê Nîjeryayê di hefteya dawî de operasyoneke berfireh hat meşandin.
Di operasyonên yekîneyên artêşê yên bi desteka hêzên milîsên herêmî de, 36 jin û zarokên di destê çeteyên Boko Haram de dîl hatibûn girtin hatin rzigarkirin û gelek bombeyên di êrîşên întiharî de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê hêzên mislî de hat ragihandin ku di operasyonan de zêdeyî 150 çete hatin kuştin, gelek çete hatin girtin û hejmarek mezin ji çek û cebilxaneyan hatin desteserkirin.
Artêşa Nîjeryayê ku di hefteya bihurî de banga teslîmbûnê li çeteyên Boko Haram kir, piştre li bakurrojhilatê welêt dest bi operasyoneke berfireh kir.
Çeteya Boko Haram bi êrîşên xwe yên 6 sal in dike re, heta roja îro zêdeyî 20 hezar kes qetil kir.