'Esad û Pûtîn li Moskowayê civiyan'
Hat ragihandin ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad duh li Moskowayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiriye.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov li ser mijarê agahî da û diyar kir ku Pûtîn û Esad li ser rewşa dawî ya li Sûriyeyê axivîne.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de operasyonên hewayî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê jî hatine nirxandin.
Peskov anî ziman ku Esad li ser yekîneyên bejahî yên artêşa Sûriyeyê, agahî daye Pûtîn.
Rûsyayê di 30'ê Îlonê de li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kiribû. Ev êrîşên hewayî yên Rûsyayê bi giranî li derdora Helebê tên kirin.
Li aliyê din, artêşa Sûriyeyê jî ji bejahî ve bi desteka Hîzbûllah a Lubnanê û Îranê bi pêş ve diçe.