Ji bo dîtina gora Nefertîtî destûr hat dayîn

Destûr ji komîteyeke pisporan hat dîtin, ku li beşa veşartî ya li gora Tûtankahûm lêkolînê bike. Arkeolog bi hêvî ne ku gora qralîçeya navdar Nefertîtî bibînin.

Gora qralîçeya Misirê Nefertîtî ya bi bedewiya xwe navdar e, tevî hemû lêkolînan jî heta roja îro nehatiye dîtin.

Nefertîtî di sedsala 14'an a beriya zayînê de li qada olî roleke bingehîn dilîst. Nefertîtî hevsera fîrewnê Misirê Akhenaton bû. Akhenaton, di dema demî ya Misira antîk de, feraseta ola yek xwedayî ferz kir. Xwedayê Fîrewn Akhenaton, Xwedayê Rojê bû ku wke Aton hatibû binavkirin.

Arkeologê Îngilîz Nîcholas Reeves, beriya niha bi temekê keşif kir ku di gora Tûtankhamûn de du odeyên veşartî hene. Mozoleya Tûtankhamûn di sala 1922'an de ji aliyê arkeologê Îngilîz Howar Carter ve hatibû dîtin. Li gor, zêdeyî 5 hezar tiştên ji dema beriya 3.300 salî mayî, hebûn.

Arkeolog Reeves, ji bo îdîaya xwe ya li ser Nefertîtî biparêze, di meha Îlonê de çû El Ûksûr a li başûrê Misirê û dest bi lêkolînan kir.

Piştî vê serdanê Wezîrê Berhemên Kevin ên Misirê Memdû El Damatî dabû xuyakirin ku ew li benda keşfa sedsalî ne.

Di dawiya dawî de destûr hat dayîn ku komîteyek ji pisporan a di bin sîwana Berhemên Kevin de li dîwarên li gora Tûtankhamûn lêkolînê bike. Lêkolîn wê bi radarên taybet bê kirin. Tê payîn ku testên destpêkê di nava meha Mijdarê de werin kirin.

Arkeolog Nîcholas Reeves di wê baweriyê de ye ku li pişt dîwarên vê gora 3.300 salî, du deriyên veşartî hene. Li bendê ye ku yek ji van deriyan wan ber bi gora Nefertîtî ve bibe.

Rayedarên Misirê di wê baweriyê de ne ku gora hevsera din a Akhenaton Kiya, kurê fîrewn an jî endamên din ên malbata qraliyetê, derkeve holê.