YE û DYA wê li hemberî emîsyonên wesayîtan tedbîrên tund werbigirin

Ajansa Parastina Hawirdorê ya Amerîka (EPA) û Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), piştî skandala Volkswagenê xwestin, ku ji bo diyarkirina nirxê rastî yê emîsyona wesayîtan, testên berfireh bên kirin.

Derketibû holê, ku hin wesayîtên dîzel ên kargeha mezin a wesayîtan a Elman Volkswagen, ji rêjeya di fermiyetê de hatiye diyarkirin zêdetir gaza bi zerar li hewayê belav dikin. Piştî vê skandalê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) dan xuyakirin, ku ew ê tedbîrên zêdetir werbigirin.

Di nivîsa EPA ji hilberînerên otombîlan re şandiye de tê xwestin, ku ji bo diyarkirina nirxê rastî yê emîsyona wesayîtan, testên berfireh bên kirin. Di nivîsê de hat ragihandin, ku tevî testên li laboratûwarê, wê di trafîkê de jî bê ceribandin ku ji egzozan di heman astê de gaz derdikeve yan na.

Nûnerê EPA Chrîs Grûndler agahî da rojnamevanan, lê der barê testên EPA yên di asta bikaranîna wesayîtan de detay neda.

Komîsera Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya ji Pîşesaziyê Berpirsyar Elzbîeta Bîenkowska jî anî ziman ku ji bo kontrola nirxê emîsyonê yê wesayîtan, wê bêhtir bi awayekî 'hevgirtî' bixebitin. Bîenkowska got, "Peyama me zelal û berbiçav e. Bicihanîna pîvanên YE û li dijî hîleyan sifir tolerans."

Bi testeke ku YE bi afirand û wê ji meha Çileyê û pê ve bixe meriyetê re, tê xwestin ku asta gaza tê berdan a wesayîtekê, di dema ajotinê de bê pîvandin.