Li Afganîstanê balafira DYA qeza kir: 12 mirî
Li Afganîstanê, balafireke barkêşiyê ya artêşa Amerîkayê, qeza kir. Di bûyerê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Afganîstanê, balafireke barkêşiyê ya artêşa Amerîkayê, qeza kir. Di bûyerê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafira barkêşiyê ya bi tîpa C-130 Hercules a artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li balafirgeha bajarê Celalabadê qeza kir. Di bûyerê de 5 jê personelên balafirê û 5 wezîfedarên Afgan herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 sivîlên li balafirgehê bûn.
Bûyer duh nîvê şevê rû da. C-130 Hercules weke balafirên barkêşiyê yên xwedî rabûn û daketina li pîstên kurt, tê zanîn.