Yek ji mezintirîn şîrketa çêkirina wesayîtan a Elmanya Opel, bi hinceta krîza aboriyê ya salên dawî bi hezaran mirov ji kar derxistin. Ev kesên ji şîrketê hatine derxistin, hînê bêkar in. Di şîrketa Opelê ya li Bochûmê de ku berî 9 mehan hat girtin, 3 hezar 300 kes ji kar hatin derxistin. Ji van, bi tenê yek ji deh paran ji xwe re kar dîtin.
Marka wesayîtan a Elman Opel ku aydî şîrketa General Motors a Amerîka ye, di çarçoveya ji nû ve avakirinê de, navenda xwe ya li Bochûmê girtibû. Piştî vê biryarê, dawî li xebata 3 hezar 300 kesên li vê tesîsê dixebitîn, anîbû.
Li gorî sendîkaya IG Metall a xebatkaran temsîl dike, tevî ku di ser re 9 meh derbas bûne jî bi tenê beşek biçûk a van karkeran derfetê kar dîtine. Li gorî plana Opel a 550 mîlyon euroyî, di maeşên ji bo tazmînatê ji karkerên bêkar hatine hiştin re tê dayîn, wê ji mehên pêş û pê ve bi awayekî cidî kêm bibe.
Li gorî daneyên IG Metall, Opel ji bo hezar kesên li navendên din karê xwe winda kirine, bernameyeke veguherîna pîşeyî pêşkêş kiriye û bi tenê 250 kesan ji vê bernameyê sûd wergritiye. Hin ji xebatkar jî, ji ber ku di ser 55 salî re ne, zehmet e careke din kar bibînin, lewma neçar mane zû teqawît bibin.
Hin ji xebatkarên kevin jî li navenda Opelê ya parçeyên yedek a li bajarê Bochûmê kar dîtin.
Rayedarên IG Metall anîn ziman ku tevî vê yekê jî hînê 2 hezar 600 xebatkarên berê yên Opelê bêkar in û ji van kesan bi qasî 750 kesan serlêdana teqawîtbûna zû kirine.
Opel ku şîrketa jêrîn a General Motors e, piştî sala 2008'an ketibû nava krîzeke cidî ya aboriyê û firotina şîrketê jî ketibû rojevê.