MEY wê ji bo 'enerjiyên nû' 35 mîlyar dolarî bi kar bîne

Welatên Kendavê, ku ji ber neçarî gaza xwezayî û petrolê ne wê di dehan salên pêş de li pirsgirêkên cidî rast bên, berê xwe didin enerjiyên kêmtir zerarê didin.

Li welatên Kendavê, ku ji ber neçarî gaza xwezayî û petrolê ne wê di dehan salên pêş de li pirsgirêkên cidî rast bên, berê xwe didin enerjiyên kêmtir zerarê didin. Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (MEY) ragihand, ku ji bo ji enerjiya rojê û nukleerê elektrîkê hilberîne, plan dikin bi 35 mîlyar dolaran razemeniyê bike.

Wezîrê Enerjiyê yê MEY Sûhayl el Mazrawî anî ziman ku projeyên razemeniyê yên welatê wî ji bo enerjiya rojê û nukleerê bi 35 mîlyar dolarî bike, wê heta sala 2021'an bi cih werin anîn. El Mazrawî diyar kir ku ji sedî 25 'ê pêwîstiya elektrîka welêt wê ji nukleerê were bidestxistin û da zanîn ku welatê wî wê 4 reaktorên nû ava bike.

Wezîrê Enerjiyê li ser projeyên xwe yên enerjiya rojê de agahiyên berfireh neda û diyar kir ku ew dixwazin para gaza xwezayî ya di hilberîna elektrîkê de heta salên 2020-2030 bi qasî rêjeya ji sedî 70 kêm bike.

Lê belê Wezîr anî ziman ku ew bi biryar in hilberîna petrolê ya zerarê dide hawirdorê zêde bike û diyar kir ku ew dixwazin petrola ku hînê rojane 3 mîlyon varîl tê hilberîn, di sala 2017'an de bike 3,5 mîlyon varîl.

MEY û welatên din ên Rojhilata Navîn, her çend welatên ku herî zêde tavê dibînin e, ji bo pêşîgirtina li gemarîbûna atmosferê, enerjiya rojê tercîh nakin. Enerjiya nukleerê jî her çend bi qasî petrol û gaza xwezayî di atmosferê de rê li ber qirêjbûnê venake jî, bi taybetî ji ber bermayînên nukleerê û teqîna reaktoran, gelekî xetere ne.