Li Portekîzê, ku ji sala 2011'an û vir ve Partiya Sosyal Demokrat (PSD) a rastgiriya navendî li ser desthilatdariyê ye, sibe hilbijartin tê kirin. Di hilbijartinên sibe de, hem partiyên çep hem jî yên rast xwedî şensê serketinê ne. Li gorî anketên dawî, koalîsyona ji partiyên rastgiriya navendî ya bi pêşengiya Serokwezîr Pedro Passos Coelho û alîkarê wî Paûlo Portas, li gorî sala 2011'an deng kêm kiriye.
Di anketan de rêjeya dengê PSD ji sedî 37, rêjeya dengê Partiya Sosyalîst (PS) a bi pêşengiya Antonîo Costa ji sedî 33 xuya dike. Bi van encaman re xuyaye 'Eniya Portekîzê (PaF) a ji partiyên rastgir PSD û CDS, serdestiya xwe ya li parlamentê ya ji 230 kursiyan winda bike.
Di hilbijartinan de ya herî zêde tê meraqkirin, rêjeya dengên partiyên din ên çep werbigirin e. Koalîsyona YekÎtiya Demokratîk a ji Partiya Komunîst a Portekîzê (PCP), Partiya Ekolojîstan-Kesk (PEV) û Bloka Çep (BE) a ji 7 partiyên sosyalîst, çep û komunîst, wê encamên hilbijartinê diyar bikin.
Bi saya dengên partiyên çep ên li derveyî PS, xuyaye wê serdestiya koalîsyona rast a bi pêşengiya Serokwezîr Coelho bi dawî bibe.