Banga 'Bila santrala Fessenheîm a gefê li jiyana mîlyonan dixwe, bê girtin'
Nerazîbûna li hemberî kevintirîn santrala Fransayê Fessenheîm a li herêma Alsace ku li ser sînorê Elmanyayê ye, zêde dibe. Banga girtina vê santralê hat kirin.
Nerazîbûna li hemberî kevintirîn santrala Fransayê Fessenheîm a li herêma Alsace ku li ser sînorê Elmanyayê ye, zêde dibe. Banga girtina vê santralê hat kirin.
Nerazîbûna li hemberî kevintirîn santrala Fransayê Fessenheîm a li herêma Alsace ku li ser sînorê Elmanyayê ye, zêde dibe. Banga girtina vê santralê hat kirin. Komeleyên Fransa û Elman nameyek ji lîderên her du welatan re şandin û careke din hişyarî dan ku santrala wê 3 salên din jî were xebitandin, gefê li jiyana 7 mîlyon mirovan dixwe.
Di nameya hevpar a bi îmzeya 12 komeleyên li herêma Alsace ya Fransayê û herêma Baden a Elmanyayê de hat ragihandin, ku Santrala Nukleerî ya Fessenheîmê, jiyana bi mîlyonan mirovên li derdorê dixe nava xeteriyê. Name ji Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re hat şandin û hat bibîrxistin, ku ji sedî 17,5 ê santralê, hînê ji aliyê hilberînerên elektrîka Elman ve tê fînansekirin.
12 komeleyan, daxwaza hevdîtinê li her du lîderan kirin, ku wê ji bo rûniştinên 7'ê Cotmeyê yên li Parlamenta Ewropayê bên Strasboûrgê. Di nava van komeleyan de rêxistinên hawirdorê yên weke Fédération Alsace Nature, Stop Fessenheim û Antî Atom Freîbûrg jî hene.
Santrala Nukleerê ya Fessenheîm a li sînorê Elmanyayê, ku di sala 1970 de dest bi çêkirina wê hat kirin, di sala 1979'an de dest bi hilberîna elektrîkê kir. Fessenheîm di navenda sêgoşeya ji bajarên Colmar û Mulhoûse yên Fransayê û bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê de cih digire. Ji ber vê rewşê, rêxistinên hawirdorê nerazîbûnê nîşan didin. 30 kîlometre li dora santrala nukleerê 930 hezar, li 100 kîlometre dora santralê jî 7 mîlyon mirov li Elmanya, Fransa û Swîsreyê dijîn.
Yek ji sozên Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande yên beriya hilbijartinên 2012'an ew bû, ku heta sala 2016'an Fessenheîmê bigire. Lê belê Hollande di hevpeyvîneke xwe ya 24'ê Îlonê de ragihandibû ku girtina santralê ji bo sala 2018'an hatiye taloqkirin.