Misir: Me bi 'şaşîtî' li tûrîstên Meksîkayî xistin

Wezareta Karên Hundir a Misirê diyar kir, ku di operasyoneke duh a hêzên ewlekariyê de, tûrîsên Meksîkayî jî di nav de 12 kes bi 'şaşîtî' hatine kuştin.

Wezareta Karên Hundir a Misirê diyar kir, ku di operasyoneke duh a hêzên ewlekariyê de, tûrîsên Meksîkayî jî di nav de 12 kes bi 'şaşîtî' hatine kuştin.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin ku tûrîsên bi konvoyek ji çar wesayîtan digeriyan, ketine nava herêma qedexe ya leşkerî Wahat a li Çola Rojava û ji ber vê gotine pêkane ew terorîstên DAIŞ'ê bin.

Hat gotin ku 12 kesên di operasyonê de hatin kuştin tûrîstên Meksîkayî û Misirî ne û 10 kes jî birîndar bûne.

Serokkomarê Meksîkayê Enrîqûe Pena Nîeto piştî bûyerê daxuyaniyek da, operasyon şermezar kir û got, "Em ji hikûmeta Misirê dixwazin ku lêpirsîneke bêkêmasî dimeşîne."

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misirê de jî hat îdîakirin ku di operasyona hevpar a polîs û leşkeran de bi 'şaşîtî' li çar wesayîtên tûrîstan gule hatine reşandin.