Di dengdayînê de, daliqandina alên welatên Fîlîstîn û Vatîkanê yên di statuya çavdêriyê de ne, hat qebûlkirin.
Di dengdayîna li civata gitşî de nûnerên 119 welatan dengê 'erê', 8 welatan dengê 'na' bi kar anîn, 45 welat jî bê alî man.
Îsraîl û DYA li dijî pêşnûmeyê derketin. Welatên Ewropayê yên weke Fransa û Swêd jî di dengdanê de dengê 'erê' bi kar anîn. Elmanya, Awûstûrya, Fînlandiya, Hollanda û Qibris bê alî man.
Bi qebûlkirina pêşnûmeyê re Neteweyên Yekbûyî wê di nava 20 rojan de ala Fîlîstînê daliqîne. Fîlîstînî jî dixwazin ala wan beriya rûniştina 30'ê Îlonê were daliqandin, ku wê rojê wê Serokdewlet Mahmûd Abbas li civata giştî biaxive.