Li Elmanyayê der barê hejmara penaberên di meha dawî de zêde bûye, daneyên nû hînê nehatine aşkerakirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka stargehê, lêgerînên hikûmeta federal û eyaletan dewam dikin. Di nava pêşniyarên çareseriyê de 'bi zorê' kirêkirina avahiyên vala jî heye.
Li gorî nûçeya televîzyona ARD'ê, di civîna koma xebatê ya bi beşdariya nûnerên hikûmeta federal û eyaletan de, raporek ji pêşniyarên çareseriye hat nirxandin. Di pêşniyara raporê de, ji bo kirêkirina ji neçarî ya avahiyên bazirganiyê yên nayên bikaranîn, lêkolînkirina qanûnê tê xwestin.
Li gorî vê yekê wê bê lêkolînkirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka stargehên penaberan, malên vala jî dikarin werin bikaranîn an na. Tê gotin ku dema kirêkirina avahî û malên ji neçarî, wê bi sînor be.
Lê belê pêşniyarên Koma Xebatê ya ji bo penaran, rastî nerazîbûna Demokratên Xiristiyan ên li desthilatdariyê û derdorên xeyrîmenqûl tê. Rêveberê Komeleya Xwediyên Xeyrîmenqûl Kaî Warnecke ji ARD'ê re peyivî û diyar kir ku bi zorê kirêkirina milkan wê ji aliyê xwediyên milkan ve neyê qebûlkirin.
Tê payîn ku heta dawiya vê salê bi qasî 800 hezar penaberan li Elmanyayê serlêdana penaberiyê bikin.