Li Lîbyayê 5 leşkerên ji hêzên taybet hatin kuştin
Li Lîbyayê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên ser bi hikûmeta Bîngazî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, şer dewam dike.
Li Lîbyayê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên ser bi hikûmeta Bîngazî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, şer dewam dike.
Li Lîbyayê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên ser bi hikûmeta Bîngazî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, şer dewam dike. Ajansa Lana ragihand ku di êrîşeke duh de, 2 jê fermandar 5 leşkerên ser bi hêzên taybet jiyana xwe ji dest dane.
Ajansa Lana ya nêzî hikûmetê tê dîtin, di nûçeya xwe de diyar kir bûyer li başûrrojhilatê Bîngazî li hemberî wesayîtên hêzên taybet bi maşîneke bombebarkirî hatiye kirin. Ajansê agahiyên nûçeya xwe sipart rayedarekî leşkerî yê hêzên taybet.
Li Bîngazî, roja Duşemê jî di encama teqîna mayînekê de fermandarekî ji hêzên taybet miribû. Di şerekî roja Yekşemê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Lîbyayê ji par û vir ve hikûmeta xwe li Tobrûkê girtiye, ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin. Li paytext Trablûsê jî hikûmet û parlamenteke cuda heye.
Çeteyên bîat ji DAIŞ'ê re kirine û bajarê Sîrte dagir kirine, bi armanca dagirkirian Bîngazî êrîşên xwe dewam dikin. Çete her wiha hewl didin bajarên Ecdebiye û Derna jî dagir bikin.