Rojeva Ewropayê duh jî penaber bû

Piştî Derya Spî, herikîna penaberan a ber bi Ewropayê di ser welatên Balkanan dewam dike.

Piştî Derya Spî, herikîna penaberan a ber bi Ewropayê di ser welatên Balkanan dewam dike. Welatên Ewropa jî, li şûna ku penaberan bi însanî pêşwazî bikin û di vî warî de polîtîkayê biafirînin, hev du sûcdar dikin.

Macarîstan a ku ji destpêka vê salê û vir ve 140 hezar penaberan hatinê, ketiye rewşeke welê ku nema dikare bi zêdebûna hejmara penaberan a ji nişka ve. Bi sedan penaberên li garên trenê yên Macarîstanê kom bûne, duh bi trenê gihaştin Awûstûrya û eyaleta Bavyera ya Elmanyayê.

Trena ji Bûdapeşte bi rê ket û tê de bi qasî 400 penaber hebûn, li bajarê Rosenheîm ê Elmanyayê hat sekinandin. Polîsê Bavyera piştî kontrola nasnameyan bi qasî 190 penaber li vê derê girtin û hişt ku 200 penaberên din jî karibin biçin heta Munchenê.

Treneke din a ji Macarîstanê bi rê ket jî, ji aliyê polîsê Awûstûryayê ve hat sekinandin. Tren li bajarokê Hegyeshalom ê li ser sînor hat sekinandin û ji 150 penaberên di trenê de, yên beriya niha li Macarîstanê serlêdana penaberiyê kiribÛn hatin vegerandin, yên mayî jî hişt ku biçin heta paytext Viyana.

Hat ragihandin ku bi sedan penaberên danê êvarê li Viyanayê kom bûn, li du trenên cuda yên diçin Munchen û Salzbûrgê siwar bûne.

Li gorî agahiyan, piraniya penaberên ji Macarîstanê bi rê dikevin, ji Sûriye, Iraq, Afganîstan û Erître ne.

FRANSA WÊ LI CALAÎSÊ KAMPEKE NÛ ÇÊBIKE

Li nêzî bajarê Fransa Calaîsê, ku penaber ji bo derbasbûna Brîtanyayê bikar tînin, hînê 3 hezar penaber dijîn. Penaberên li vê derê dijîn, ji bo li qemyon an jî trenên di Tunela Manşê de derbas dibin siwar bibin, jiyana xwe dixin nava rîskê.

Serokwezîr Manûel Valls duh herêm ziyaret kir û diyar kir ku wê li herêmê kampeke ji kapasîteya 1.500 kesî ava bikin. Tê payîn ku kampa bi 25 mîlyon euro were çêkirin, heta destpêka sala 2016'an biqede.

Ji ber zêdebûna herikîna penaberan di ser Balkanan re, zextên li Macarîstanê jî zêde dibin. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bang li hikûmeta Macarîstanê kir, ku li gorî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê tevbigere, şopa tiliyê serlêdanên penaberiyê qeyd bike û mercên pêwîst ên Peymana Dûblînê bi cih bîne.

LI VIYANAYÊ BI DEH HEZARAN KES JI BO DESTEKKIRINA PENABERAN MEŞIYAN

Li aliyê din li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi deh hezaran kesan, pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li hemberî penaberan şermezar kirin. Di hedefa çalakvanan de bazirganên mirovan hebûn, ku hefteya derbasbûyî di qaseya qemyonekê de rê li ber mirina 71 penaberan vekiribûn.

Xwepêşandêrên li strasyona trenê ya Westbahnhofê civiyan, li nava kolanên qelebalix ên bajêr meşiyan.