Muzakereyên li Bonnê yên li ser avhewayê dawî li fikaran neanîn

Ji bo amadekariya Konferansa Avhewayê COP21 a dawiya meha Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin, li bajarê Elmanya Bonnê 5 rojan muzakere hatin meşandin.

Ji bo amadekariya Konferansa Avhewayê COP21 a dawiya meha Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin, li bajarê Elmanya Bonnê 5 rojan muzakere hatin meşandin.

Dîplomatên welatên endamê Peymana Çarçoveyê ya Guhertiina Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) zehmetî kişandin ku ji bo Parîsê metneke hevpar amade bikin. Rêxistinên Hawirdorparêziyê jî, ji serketina muzakereyan bi fikar in.

Berdevka UNFCCC Chrîstîana Fîgûeres duh êvarê daxuyaniyek da û anî ziman ku muzakereyê di nava hefteyê de li Bonnê ji bo COP21 hatin meşandin serketî ne û got, "Ji bo li Parîsê peymanekê mor bikin, em bi pêş ve diçin." Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon çend roj berê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî rêveçûna hêdî ya muzakeryan da.

Nûnerê Greenpeace Martîn Kaîser ku di heman demê de weke çavdêr beşdarî muzakereyan bû, ji kovara bi navê klimaretter.info ya înternetê re axivî û der barê nuqteyên di muzakereyên li Bonnê de xitimîne de agahî da. Kaîser ragihand ku nuqteya herî girîng a nîqaşê ew e, ku sozên welatan heta sala 2030'an ji bo cihanîna wan dane, wê têrê bike ku germahiya global di asta binê germahiya 2 pileyî de bihêlin an na.

Martîn Kaîser diyar kir ku eger sozên dewletan dane têra kêmkirina germahiya global neke, divê heta sala 2025'an tedbîrên nû werin girtin. Li gorî Kaîser, eger hewldanên dewletan têrê neke, wê ji bo bisînorkirina germahiya global bi 2 pileyî, Sekreterya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî bi raporekê, asta welatan a gaza sera belav dike were tespîtkirin û li hemberî vê tedbîr werin girtin.

Nûnerê Greenpeace bal kişand ser girîngiya hilberîna enerjiya dikare were nûkirin a li welatên bi pêş dikeve Çîn, Latîn Amerîka û Afrîkayê û anî ziman ku ev asta hatiye bidestxistin, girîng e.

Martîn da zanîn ku hedefên ji bo pêşîgirtina li germahiya global tên destnîşankirin, li şûna 10 salan carekê divê her 5 salan carekê werin nûkriin û alîkarî ji welatên bi pêş dikeve re were dayîn. 

GERMAHÎ EGER BI 2 PILEYÎ NEYÊ BISÎNORKIRIN WÊ ENCAMÊN XWE GIRAN BE

Konferansa Avhewayê ya li Fransayê, wê di navbera 30'ê Mijdar-11'ê Kanûnê de were lidarxistin. Di konferansê de wê li şûna Protokola Kyoto ya dema wê diqede, peymaneke nû were morkirin.

Li gorî pisporan, eger germahiya global li gorî sala 1880 bi 2 pileyî bê bisînorkirin, dikare pêşî li karesatên ji ber guherîna avhewayê were girtin.

Tê texmînkirin ku eger germahî li gorî sala 1880'ê bi 4 pileyan zêde bibe, wê karê çandiniyê yê li gelemperiya cîhanê zerareke mezin bibîne û xwe xwedîkirina nifûsa cîhanê wê zehmet be. Her wiha hişyarî tê kirin ku ji ber vê yekê wê bi qasî 800 mîlyon mirov weke 'penaberên avhewayê' neçar bimînin xaka xwe biterikînin.