Tê payîn di hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê yên li Yewnanîstanê de, koalîsyona çep a radîkal Syrîza careke din bibe partiya yekemîn. Aleksîs Tsîpras dubare kir ku ew ê bi 'partiyên sîstema berê' re nemeşin.
Lîderê Syrîza Aleksîs Tsîpras ji rojnameya heftane Realnews re peyivî û bang li hilbijêran kir ku di 20'ê Îlonê de 'serketineke xurt' di dema nû ya parlamentê de bidin partiya wî. Tsîpras diyar kir ku bendewariya wî 'hêsan, vekirî û demokratîk' e û destnîşan kir ku di 4 salên pêş de pêwîstî bi desthilatdariyeke xurt heye.
Tsîpras da zanîn ku divê Yewnanîstan xwe ji sîstema cot partiyan a Pasok û Demokrasiya Nû (ND) 40 salan jê sûd wergirt rizgar bike û got, "Hilbijartin ji bo rizgariya ji sîstema cot partiyî ya ku ND û Pasok 40 salan jiyana siyasî ya welêt domîne kirin, firsendeke. Ji bo venegera li dema berê û avêtina pêngavê ji bo pêşerojê, gelekî girîng e."
'BI PARTIYÊN SÎSTEMA BERÊ RE NAMEŞE'
Aleksîs Tsîpras anî ziman ku ji bilî partiya anel a ku weke serbixweyan tê zanîn û di meha Çileyê de bi partiya wî re koalîsyon kir, hemû partiyên din 'partiyên sîstema berê' ne û da zanîn ku Anel ji bo pêşeroja welêt dikare roleke girîng bilîze. Tsîpras diyar kir ku ji meha Çileyê û vir ve ew li 'şerekî aboriyê' yê bi pêşengiya Yekîtiya Ewropa û IMF'ê rast hatine û ragihand ku ew 'bi wezîfeya gelê Yewnan daye re dilsoz maye'.
Di nava bernameya hilbijartinê ya Syrîza de, hîn bêhtir bikaranîna sektora çandiniyê, ji nû ve sererastkirina hilberînê, xurtkirina sîstema bankavaniyê, têkoşîna li dijî nelirêtiyê, afirandina qadên kar û parastina hawirdorê jî hene.
ND, Pasok û partiya navendî ya çep To Potamî ku Tsîpras wan weke 'partiyên sîstema berê pênase dike' di propagandayên xwe yên hilbijartinê de dibêjin ku ew ji tifaqa bi partiyên din re vekirî ne. Lîderê ND Vangelîs Meîmarakîs anî ziman ku ew dibêjin 'divê li welêt aramiya siyasî hebe' û ragihand ku ew ji koalîsyonan re vekirî ne.
Lîderê Pasokê Fofî Gennîmata jî diyar kir ku ew dixwazin bi partiya çep a demokratîk Dîmar re jî koalîsyonê çêbikin û îdîa kir ku Aleksîs Tsîpras her çend 'şaşîtiyên xwe' vedibêje jî 'naxwaze hevkariyê bike'.
LI GORÎ ANKETAN SYRÎZA DÎSA PARTIYA YEKEMÎN E
Li gorî anketa MRB a di rojên dawî de hat kirin, ji sedî 22 ê gelê Yewnan, koalîsyonek tevî Syrîza erênî dibîne. Yên destekê didin koalîsyonek tevî ND, ji sedî 21,4 e.
Di hemû anketên li ser hilbijartinên 20'ê Îlonê de, Syrîza weke partiya yekemîn derdikeve pêş. Di navbera wê û partiya ND de ku partiya duyemîn e, 1 heta 8 pûan hene. Li gorî anketa Brîdgîng Eûrope, di navbera Syrîza ya ji sedî 26,8 ê dengan werdigire û ND de 8 pûan hene.
Lê belê her çend Syrîza weke partiya yekemîn 50 ji 300 kursiyan wê yekser werbigire jî, xuyaye wê 151 kursiyên ji bo karibe bi tena serê xwe bibe desthilatdar, wernegire. Laîkî Enotîta ya bi pêşengiya Wezîrê berê yê Maliyeyê Panayotîs Lafazanîs, ku ji endamên berê yên Syrîza pêk tê, tê payîn ku bandorê li dengên Syrîza bike.
Di gelek anketên hefteya bihurî hatin weşandin de, tevî ku deng kêm kiriye jî Syrîza dîsa dibe partiya yekemîn. Li gorî anketeke din a ji aliyê Metron Analysîs ve hat kirin, Syrîza ji sedî 29, ND ji sedî 27,8 dengan werdigirin. Li gorî heman anketê rastgirên tund Berbanga Zêrîn ji sedî 8,3, partiya navendî Potamî ji sedî 6,7, Laîkî Enotîta ji sedî 4,1 û Anel ji sedî 3 ê dengan bi dest dixin.
Encamên anketa şîrketa bi navê Marc ve hat kirin wiha ye: Syrîza ji sedî 25,3, ND ji sedî 23,2, Potamî ji sedî 5,8, Berbanga Zêrîn ji sedî 5,5, Laîkî Enotîta jis edî 3,8.
Dİ hilbijartinên ji bo Parlamenta Yewnanîstanê ya ji 300 kursiyî de, ji bo partiya bibe yekemîn yekser 50 kursî tê dayîn. Syrîza ya di hilbijartinên meha Çileyê de ji sedî 36,3 ê denga stendibû, 149 kursî bi dest xistibû û bi partiya rastgirt Anel a ku li dijî polîtîkayên şidandina kemberê derdikeve, koalîsyon kiribû.