Î24 News: Rûsya li dijî DAIŞ'ê pîlotên xwe dişîne Sûriyeyê
Televîzyona Î24 News a li Îsraîlê weşana xwe dike îdîa kir, ku Rûsya wê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê helîkopter û balafirên xwe bişîne Sûriyeyê.

Di nûçeya Î24 News de hat gotin ku di encama hevdîtinên navbera Rûsya û Îranê de li ser mijarê li hev hatiye kirin û wê balafirên şer di demeke nêz de biçin Sûriyeyê.
Li gorî îdîaya televîzyona Îsraîlê, Rûsya dixwaze nehêle çeteyên DAIŞ'ê li welatên endamê Sowyeta berê belav bibe. Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku bi lêdana li Sûriyeyê re tê xwestin Sûriye weke 'herêmeke tampon' di navbera Rûsya, welatên din û DAIŞ'ê de were parastin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku bi destwerdana Rûsyayê li şerê navxweyî yê Sûriyeyê re hevsengiyên li Rojhilata Navîn wê biguherin.