Çeteyên DAIŞ'ê înfazên xwe yên li Sûriyeyê didomînin

Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kiriye, înfazên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin.

Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kiriye, înfazên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Li gorî agahiyan, çeteyan ji Hezîrana 2014'an heta roja îro 3 hezar 156 kes înfaz kirine û piraniya van sivîl in.

Li gorî bîlançoya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a navenda wê li Londonê ye, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, di navbera 29'ê Tîrmeh-29'ê Tbaxê de 91 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin û ji van 32 sivîl in. Ji Hezîrana 2014'an û vir ve ku çeteyan qaşo 'xîlafet' ragihandine, ji bilî şer 3 hezar 156 kes ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Ji van 1.841 kes sivîl in.

Li gorî bîlançoyê, çeteyên DAIŞ'ê bi sûcdariyên 'pîrhebok, hevzayendî yan jî hevkariya bi koalîsyonê re' mirov înfaz kirine.

Ji sala 2011'an û vir ve dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, li vî welatî zêdeyî 240 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da, nîvê 22 mîlyon nifûsa welêt, neçar ma cih û warên xwe biterikîne. Ji van mirovan bi qasî 4 mîlyonan xwe li Lubnan, Tirkiye, Iraq, Urdun, Misir û welatên Ewropayê girtin.