Pêkanîna li dijî mirovahiyê ya li hemberî penaberan
Li Komara Çekê ku bi helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê naskirin, nerazîbûnên li hemberî pêkanîna mafên mirovan binpê dike, zêde dibin.
Li Komara Çekê ku bi helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê naskirin, nerazîbûnên li hemberî pêkanîna mafên mirovan binpê dike, zêde dibin.
Li Komara Çekê ku bi helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê naskirin, nerazîbûnên li hemberî pêkanîna mafên mirovan binpê dike, zêde dibin. Penaberên xwe digihînin vî welatî, rayedarên dewletê li ser milê wan hejmarê dinivîsînin û bi vî rengî dixin rêzê. Vê pêkanînê parêzvanên mafên mirovan rakir ser piyan.
Di wêneyekî duh ji aliyê rojnameya Zpravî ve hat weşandin de tê dîtin, ku polîsek bi boyaxê hejmarekê li ser milê zarokekî dinivîsîne. Piştî ku ev wêne hat weşandin, parêzvanên mafên mirovan rabûn ser piyan û nerazîbûn nîşan dan.
Berdevkê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Danrew Stroehleîn bi medya civakî de parvekirinek kir û got, "Polîsê Çekê 200 penaberan ji trenê peya dikin û li ser milê wan hejmarekê dinivîsîne."
Endama Lîga Mafên Mirovan a Çekê parêzer Zûzana Candîglîota jî got, "Ti xaleke qanûnê maf nade ku mirov bi vî rengî bên 'bi hejmarkirin'" û nerazîbûn nîşan da.
QAŞO JI BO ZAROK WINDA NEBIN, HATIYE KIRIN!
Lê belê derket holê ku ev pêkanîna li hemberî penaberan ne bûyereke tekane ye, gelek penaberên din jî rastî heman pêkanînê hatine. Berdevka Wezareta Karên Hundir Lûcîe Novakova îdîa kir ku bi boyaxê nivîsandina hejmarê li ser milê penaberan, ji ber hejmara zêde ya zarokan e. Novakova got, "Armanca me pêşîgirtina li windabûna zarokan e" û ev pêkanîn parast.
Berdevka Polîsê Biyanî Katerîna Rendlova jî îdîa kir ku di dema vegerandina penaberan de ji bo 'were tespîtkirin ku wê biçin kîjan welatî' ev hejmar hatine nivîsandin. Rendlova îdîa kir ku penaberan qebûlkirine li ser milê wan hejmar were nivîsandin.
Parêzer Zûzana Candîglîota da xuyakirin ku îdîa û parastinên wezaretê û polîsan dûrî rastiyê ne. Candîglîota destnîşan kir ku ji aliyê qanûnî ve ne pêkane li ser milê penaberan hejmara were nivîsandin.