Greva pîlotên Elman wê zêdeyî hezar seferan betal bike

Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa dewam dike. Îro jî wê bi qasî hezar seferên balafiran ên ber bi cihê nêz û dûr ve, betal bibin.

Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa dewam dike. Îro jî wê bi qasî hezar seferên balafiran ên ber bi cihê nêz û dûr ve, betal bibin.

Ji bo astengkirina greva pîlotên Lûfthansa, ku bi armanca naskirina mafên civakî hat destpêkirin, şîrketê serî li dadgeheke li bajarê Frankfûrtê da. Dadgehê serlêdana şîrketê red kir û destnîşan kir ku grev li gorî hiqûqê ye.

Piştî vê biryara dadgehê wê greva sendîkaya Cockpît ku ji Nîsana 2014'an û vir ve cara 13. e tê lidarxistin, dewam bike. Lûfthansa ragihand ku ew neçar mane bi qasî hezar seferên ji bo cihên nêz û dûr betal bikin û herî kêm 140 hezar mirov wê bikevin bin bandora grevê.

Li gorî daxuyaniya şîrketê, grev wê bandorê li 500 seferên ji bo îro hatine plankirin, neke. Hat gotin ku şîrketên bi Lûfthansa ve girêdayî yên weke Germanwîngs, Swîss û Aûstrîa Aîrlînes di çarçoveya grevê de nînin.

Ji ber greva pîlotan, nîvê seferên kargo yên ji bo cihê dûr, duh hatibûn betalkirin.

Ji ber lihevnekirina bi qasî sal û nîveke dewam dike, sendîkaay pîlotan Cockpîtê 13 caran banga grevê kiribû. Grev herî dawî di meha Adarê de, piştî ku balafireke Germanwîngsê li Çiyayê Alpê ketibû, hatibû taloqkirin û muzakereyan ji nû ve destpê kiribûn. Lê belê hînê ji muzakereyan encamek bi dest neketiye.

Lûfthansayê diyar kiribû ku bi sendîkay Cockpît re 'muzakereyên çêker' nehatiye kirin.