Piştgiriya mezin a li dû wêneyê Alan xwe da der

Piştî ku bedenê biçûk ê zarokê Kurd Alan Kurdî derket peravê, ji Ewropa û DYA piştgiriyeke mezin hat nîşandan. Di asta rekorê de bexş, fonên lezgîn û seferberiya gel pêk hatin.

Piştî ku bedenê biçûk ê zarokê Kurd Alan Kurdî derket peravê, ji Ewropa û DYA piştgiriyeke mezin hat nîşandan. Di asta rekorê de bexş, fonên lezgîn û seferberiya gel pêk hatin.

Bi taybetî cîhana sporê piştevanî nîşan da. Komîteya Olîmpiya foneke lezgîn a ji 2 mîlyon Euro ava kir. Kulûba Futbolê ya Bayern Munchenê 1 mîlyon Euro bexş kir.

Kulûba herî navdar a Elmanyayê Bayern Munchen her wiha ragihand ku bi maçeke taybet a dostaniyê re ew dixwazin 1 mîlyon euro alîkariyê kom bikin.

Tevî vê yekê, wê lîstikvanên Bayern Munchenê di maça 12'ê Îlonê ya bi Aûgsboûrgê re, di destekî xwe de bi zarokekî Elman, di destê din de jî bi zarokekî penaber derkevin seha futbolê.

Bexşên li baskê Amerîka yê Fona Zarokan Neteweyên Yekbûyî UNICEF jî, piştî wêneyê Aylan Kurdî bi sê qatan zêde bû.

UNICEF'ê diyar kir ku dîsa jî alîkariyên tên kirin kêm in, ji bo bi mîlyonan zarokên ketine bin bandora şer, pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye.

Rêxistina civakî ya sivîl a Maltayî Mîgrants Offshore Aid Station jî, ji wêneyê Aylan û vir ve di asta rekorê de 600 hezar Euro beşx wergirt.

Berdevkê rêxistina Maltayî Chrîstîna Peregrîn ji AFP'ê re peyivî û got, "Pêla xemsariyê qels dibe."

Rêxistina civaka sivîl a Maltayî ragihandin ku ji DYA, Îngilîstan, Tirkiye, Elmanya û Brezîlyayê di nava 48 saetan de zêdeyî 10 hezar mirovan bexş kirine.

Rêxistina civaka sivîl a Swîsreyî ya bi navê Zincîra Bextewariyê Chaîne du Bonheûr, ji roja Duşemê heta Çarşemê alîkariya ji 550 hezar Euroyî wergirt. Heman rêxistinê ji roja Pêncşemê ve 1,1 mîlyon Euro alîkarî berhev kir.

Rêxistina penaberiyê ya Hollandayê CAO, piştî dîtina cesedê biçûk ê zarokê Kobaniyî, şeş xetên nû yên telefonê ji bo bexşandina vekir.

Patroên şîrketa kompûterê yê Swêdê B3IT Jonas Elgqûîst biryar da ku bi derdorên hevkariya hev dikin re budçeyeke ji 42 hezar 500 Euroyî veqetînin.

Organîzasyona Swêdî Radîohjalpen a ji bo projeyên însanî her sal fonan berhev dike, bi tenê di nav açend rojan de di ser malpera xwe ya înternetê de 630 hezar Euro qebûl kir.

Berdevka Rêxistina Doktorên Sînornenas Malîn Lager anî ziman ku wêneyê Alan ê biçûk, desteka gel bi rastî jî xurt kir.

Nûnertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî da zanîn ku wan alîkariyeke xurt a bexşê wergirtine. Berdevka Nûnertiyê di daxuyaniya xwe ya ji bo AFP'ê de behsa bi sed hezaran dolarî kir.

Berdevk Melîssa Flemîn anî ziman ku saziya penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê bi têrkerî nayên fînansekirin û diyar kir ku bi tenê ji sedî 35 ê alîkariya bi penaberên li welatên sînorê Sûriyeyê tê kirin.