Yekîtiya Ewropa (YE), ku ji destpêka vê salê û vir ve zêdeyî 500 hezar penaber hatine, tevî ku li gorî herêmên din ên cîhanê hejareke gelekî kêm e, li ser vehewandina penaberan li hev nake. Serokê Komîsyona YE Jean-Claûde Jûncher banga "hîn bêhtir wêrek bin" li welatên endam kir.
Jûncker di rûniştina Parlamenta Ewropayê (PE) ya li Strasboûrgê de peyivî û ji welatên yekîtiyê xwest, ku di mijara parvekirina 160 hezar penaberên hatine Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê, bi lezgînî biryarê bidin. Jûncker diyar kir ku dem ne dema tirsê ye û got, "Dem dema wêrekî û piştevaniyê ye".
Serokê Komîsyonê got, "Dem ew deme ku mirovahî rûmeta xwe nîşan bide" û xwest pêşniyara wî ya li ser parvekirina 160 hezar penaberan di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Hundir a roja Duşemê were qebûlkirin.
Li gorî pêşniyara Jean-Claûde Jûncker, 160 hezar penaberên li Îtalya, Macarîstan û Yewnanîstanê wê di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de bên parvekirin. Elmanya bi rêjeya ji sedî 26'an re xwedî pra herî mezin a parvekirina penaberan e. Fransa rêjeya ji sedî 20, Spanya jî rêjeya ji sedî 12 a kotaya penaberan pejirandine.
Lê belê ji ber ku Komar Çek û Slovakya li hemberî neçariya kota penaberan derdikevin û dixwazin hejmar li gorî 'dilê' welatan bi xwe werin diyarkirin, plana parvekirinê dikeve nava zor û zehmetiyan. Brîtanya ya ku ji aliyê nifûsê ve sêyemîn welatê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye li dijî kotaya penaberan derdikeve. Serokwezîr Davîd Cameron duh da xuyakirin ku ew di nava Peymana Schengenê de cih nagirin û ji ber ku 'xwedî sînorên xwe ne' li dijî sîstema kotayê ne.
Di mijara çareseriya pirsgirêka penaberiyê de DYA, Awûstûrya û hin welatên Latîn Amerîka jî daxuyanî dan. DYA diyar kir ku wê heta payîza 2016'an de ji 5 heta 8 hezaran penaberan qebûl bike.
Serokwezîrê Awûsralyayê Tony Abbott ragihand ku tevî 13 hezar 500 penaberên her sal wan qebûl dikin, ew ê 12 hezar kesên din jî qebûl bikin. Di serî de Venezûela welatên Başûrê Amerîkayê jî dan xuyakirin ku ew jî dixwazin tevlî "hewldana navneteweyî" ya ji bo parvekirina penaberan bibin.