Cameron ji bo tevgera hewayî ya li dijî DAIŞ'ê wê serî li parlamentê bide

Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron, ji bo karibe beşdarî destwerdanên leşkerî yên li Sûriyeyê bibe, wê ji parlamentê erkê bixwaze.

Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron, ji bo karibe beşdarî destwerdanên leşkerî yên li Sûriyeyê bibe, wê ji parlamentê erkê bixwaze. Di nava armancên Cameron de operasyonên hewayî yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û pêngava îstîxbaratê ya li hemberî bazirganên mirovan, hene.

Li gorî nûçeya Sunday Times a agahiyên xwe dispêre nûnerên payebilind ên hikûmetê, ji bo tevgera hewayî ya li hemberî DAIŞ'ê, wê ji Kamera Avam û Lordan erk bê xwestin. Pêşnûmeya bi vê armancê were amadekirin, tê payîn ku di destpêka meha Cotmehê de pêşkêşî dengdayînê were kirin.

Di nûçeyê de her wiha hat ragihandin ku hikûmet amade ye 15 hezar Sûriyeyiyên li kampên penaberan ên li derveyî Sûriyeyê dijîn, qebûl bike. Brîtanya, ji ber eleqeya xwe ya kêm a li çareseriya pirsgirêka penaberan, dihat rexnekirin.

Hikûmeta bi serokwezaretiya Davîd Camerûn di sala 2013'an de ji bo tevgera hewayî ya li hemberî Sûriyeyê daxwaza erkê ji parlamentê kiribû, lê belê di encama dengdayînê de ev daxwaz hatibû redkirin.