Ji bo hindikayiyên olî yên li Rojhilata Navîn konferansa navneteweyî tê lidarxistin

Ji bo Xiristiyan û hindikayiyên din ên li Rojhilata Navîn ku bi sed hezaran ji wan ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûn, konferanseke navneteweyî tê lidarxistin.

Ji bo Xiristiyan û hindikayiyên din ên li Rojhilata Navîn ku bi sed hezaran ji wan ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûn, konferanseke navneteweyî tê lidarxistin. Bi konferansa 8'ê Îlonê ya li paytexta Fransa Parîsê re wê tedbîrên însanî, siyasî û cezaî yên ji bo Xiristiyan, Kurdên Êzidî û Şebek û Mandeîstan werin nîqaşkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs wê ji konferansê re malovaniyê bike û Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Nasir Cûdeh jî wê jê re hevserokatiyê bike. Nûnerên DYA, Rûsya, Iraq, Erebîstana Siûdî û Tirkiye jî di nav de wê nûnerên 60 welatan beşdarî konferansê bibin.

Di konferansê de wê rewşa gelên Xiristiyan, Kurdên Êzidî û Şebek û Mandeîst ên ji ber êrîşên DAIŞ'ê û komên din ên li Iraq û Sûriyeyê, were nîqaşkirin. Wê alîkariya însanî ya ji bo vegera van koman li cih û warên xwe, ji bo pêkhatina toleransê li welatên herêmê avêtina gavên siyasî û ji bo kar û barên hiqûqa navneteweyî yên ji bo darizandina van kom û kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine, nîqaş bên kirin.