Li Sûdana Başûr 200 hezar kesan xwe li NY girtin

Li Sûdana Başûr, ji muzakereyên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 20 mehên dawî, ti encam nehat bidestxistin. Li gorî NY, hejmara sivîlên ji şer reviyane û xwe li kampan girtine gihaştiye 200 hezarî.

Li Sûdana Başûr, ji muzakereyên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 20 mehên dawî, ti encam nehat bidestxistin. Li gorî NY, hejmara sivîlên ji şer reviyane û xwe li kampan girtine gihaştiye 200 hezarî.

Şerê di navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Salva Kîîr û mûxalîfên bi pêşengiya Alîkarê berê yê Serokdewlet Rîek Machar û Peter Gadet de, ji Kanûna 2013'an û vir ve dewam dike. Ji ber vî şerê navxweyî ku heta roja îro bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 mîlyon mirov koçber bûn.

Ji bo qedandina şerê navxweyî li paytexta Etiyopya Addîs Adeba muzakere tên meşandin, Lê belê duh jî ji van muzakereyan encamek derneket.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara mirovên ji şere navxweyî reviyane û xwe li kampên penaberan ên NY girtine, gihaştiye 200 hezarî. Hat ragihandin ku hejmara penaberên xwe li 8 baregehên mîsyona NY ya li Sûdana Başûr wezîfedar Mînûssê girtine, 196 hezar 602 kes e. Beşeke girîng a vê hejmarê di meha dawî de xwe li kampan girtine.

Li gorî agahiyan beşek ji penaberan ji Kanûna 2013'an û vir ve li baregehan e û bi tenê li barageha li bajarê Bentîû, 121 hezar penaber hene. Li kampa li bajarê Malakal 46 hezar 500 penaber hene. Ji meha Tîrmehê û vir ve 46 hezar kesan xwe li vê kampê girtin.

Dîsa li gorî daneyên Netweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxweyî di nava 20 mehan de, 2,2 mîlyon mirovên ji 12 mîlyon nifûsa welêt, neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Bi giştî ji sedî 70 ê nifûsa vî welatî, ji ber xeteriya birçîbûnê hewcedariya xwe bi alîkariyê heye.