Parêzvanê mafên Afro-Amerikiyan Bond jiyana xwe ji dest da

Parêzvanê mafên reşikan Jûlîan Bond ê DYA'yî di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Parêzvanê mafên reşikan Jûlîan Bond ê DYA'yî di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rêxistina têkoşîna li dijî nîjadperestiyê ve hat dayîn, Jûlîan Bond ê ji bo mafên wekhev ên reşikan têdikoşiya û yek ji sembola vê têkoşînê bû, di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me yek ji dengên herî dixwazê edaletê û bi sebir winda kir" û hat ragihandin ku Bond di navbera salên 1971 - 1979'an de serokatiya rêxistina têkoşîna li dijî nîjadperestiyê kiribû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bond ne tenê mafên Afro-Amerikiyan, di heman demê de hemû derdorên civakê yên li zext û cihêkariyê rast dihat, diparast.